'Divê guhdariya Îmraliyê bikin'

  • 09:07 7 Çile 2024
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
WAN – Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, bi lêv kir ku desthilatdar bi girankirina tecrîdê re dixwaze peyamekî bide Gelê Kurd û got: "Ji bo jiyaneke azad, aştî û wekheviyê pêwîste pêvajoyeke çareseriyê bê destpêkirin û ev yek ji ji Îmraliyê derbas dibe."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 34 meh in tu agahî jê nayên girtin. Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Bi girankirina tecrîdê ve desthilatdariya AKP’ê hiqûqa xwe ya navxweyî û navneteweyî jî tune dihesibîne. Bi girankirina tecrîdê re li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn pirsgirêk û şer her ku diçe kûrtir dibe. 
 
Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û rakirina tecrîdê heta niha gelek caran çalakiyên grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Herî dawî bi pêşengiya Hevseroka Kongreva Civaka Demokratîk (DTK) û Parlamentera berê yê Colemêrgê Leyla Guven di hemû girtîgehan de di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya ku gihîşt 200 rojan piştî gihîşt encamê dawî li çalakiyê hatibû. Girtiyên di girtîgehan de niha dîsa bi heman daxwaz û armancê di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorveger kirin. Çalakiya girtiyan hîn jî didome.
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, têkildarî tecrîdê ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.  
 
‘Dixwazin peyamekî bidin Gelê Kurd’
 
Gulcan, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan 25 sal in di Girava Îmraliyê de di bin tecrîdê de ye û got 34 meh in jî tecrîdek gelek giran li ser wî tê meşandin. Gulcan, bi lêv kir ku ev tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha domand: “Di şexsê Birêz Ocalan de dixwazin peyamekî didin Gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn. Tecrîda ku niha li Îmraliyê hatiye avakirin ne hiqûq, ne exlaqî û ne jî wîcdanî ye. Divê mirov vê yekê baş bîne ziman. Gelê Kurd sed sal in di aliyê dîrokê, ziman, çand û hebûnê ve tê tunekirin. Li dijî vê yekê vînek û berxwedanek mezin derketiye holê. Bi vê tecrîda girankirî ve peyama ‘Dîsa em ê we tune bikin’ didin. Em jî dibêjin ev tecrît çima tê meşandin? Ev tecrît ji bo pirsgirêka kurd neyê çareserkirin tê meşandin û pergal di vê yekê de bi israre. Divê mirov vê yekê teşhîr bike.”
 
‘Mijteya çareseriyê li Îmraliyê ye' 
 
Gulcan, bal kişand li ser pêvajoya çareseriyê û diyar kir ku wê pêvajoyê ne şer hebû, ne xwîn dihat rijandin û ne jî mirin hebû. Gulcan, da zanîn ku desthilatdar ji ber nekarî pergala xwe bimeşîne dawî li pêvajoya çareseriyê anî û wiha pê de çû: “Piştî wê pêvajoyê 2015’an vir ve hem şer berdewam kir û hem jî tecrîda li Îmraliyê ku di cihanê de mînaka wê tuneye girantir kir. Ew ji ber çi guh nadin Îmraliyê? Ji ber ku ew jî dizanin ku axaftinên li Îmraliyê hem çareseriya pirsgirêka kurd û hem jî pirsgirêkên hemû gelên Rojhilata Navîn re dê deriyekî veke. Îmralî mifteyeke û bi vekirina vê deriyê re dê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Ji bo em çawa jiyaneke hevpar û wekhev bimeşînin ew jî zanin mifteya wê li Îmraliyê ye."
 
Çalakiya girtî û dayikan
 
Gulcan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rol û misyona partiya xwe: "Ji bo çareserkirina vê pirsirêkê weke DEM Partî em amadene ku peywirê bigirin ser milên xwe. Em ji bo siyasetek demokratîk bê meşandin, ji bo pirsgirêka Gelê Kurd em amadene û divê carekedin ew diyalog bên vekirin. Bi şer, kuştin û girtinê tu tişt çareser nebû û vê şûnde jî dê çareser nebe. Gelê Kurd nasnameya xwe ji bîr nake û destûrê nade ku bê tunekirin jî. Sed sal e û heta îro Gelê Kurd çawa li berxwe daye, dê ji vê şûnde jî li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê em dibêjin êdî bes e û ev şer bi dawî bibe. Bila deriyê aştî, azadî û wekheviyê bê vekirin. Ji ber vê yekê jî divê ew guh bidin Birêz Ocalan. Birêz Ocalan gotibû ‘Ez dikarim di nava hefteyekî de vê pirsgirêkê çareser bikim’. Ji ber vê yekê jî divê desthilatdar guh bide Îmraliyê û li gor wê siyaset  bimeşîne. Dema ev pirsgirêk giran dibin dayik û hevalên me yên girtî di girtîgehan de destên xwe dixin bin vê kevirê. Ev yek ne tenê barê dayik û girtîgehan e, divê em dengê xwe bilind bikin."
 
‘CPT rol û mîsyona xwe bi cih naîne’
 
Gulcan, da zanîn ku ne tenê Tirkiye destên dewletên dinê jî di nav vê komployê de heye û diyar kir ku bi vê komployê tecrît jî dest pê kir. Gulcan, bal kişand ser serdanên CPT ya li Îmraliyê û destnîşan kir ku CPT jî li hember vê yekê gavên pêwîst navêje. Gulcan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “CPT belê serdanên xwe dike, raporên xwe amade dike, lê bi tenê şermezar dike. Ji xeynî şermezarkirinê tu tiştekî din nake. Ger ku CPT rol û mîsyona xwe bi cih bianiya dê tecrît ev qas giran nebûya. Li aliyekî din ji xwe Tirkiye hiqûqa xwe ya navxweyî nasnake. Tirkiye ne hiqûqa xwe û ne jî hiqûqa navneteweyî nas dike. Tirkiye biryarên hiqûqa navneteweyî jî bi cih naîne. Divê mirov tecrîdê bi tenê aliyê hiqûqî de negire dest. CPT, AÎHM û saziyên din rol û mîsyona wan çibe divê bi cih bînin.”
 
‘Tecrît li hember jinê jî tê meşandin’
 
Gulcan, da xuyakirin ku tecrîda ku îro li ser tevahî gelan û Gelê Kurd tê meşandin, bi taybetî li ser jinê jî tê meşandin. Gulcan, da zanîn ku hem di aliyê aborî, jin, siyaset û kedê de pirsgirêk jî derdikevin holê û wiha axivî: “Ji xwe li Kurdistanê şerekî taybet tê meşandin. Ev yek jî bi tecrîdê ve girêdayî ye. Ev şer li ser ciwanan, jinan û jinên ciwan bi taybetî tê meşandin. Ji bo ku jin û ciwan nasnameya xwe nas nekin bi van polîtîqayên şerê taybet dixwazin dûr bixînin. Li hemberî vê tecrîdê jin berxwedana xwe didomînin.”
 
‘Berpirsyarî li ser milên me hemû yan e’
 
Gulcan, diyar kir ku pêwîstî bi meşandina siyaseta demokratîk heye ku ji bo hemû bar li ser milên girtîgehan nemîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber li derve karekî zêde nayê kirin hemû bar dîsa li ser milên girtiyan dibîne. Di sala 2018’an de jî çalakiya grevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hatibû destpêkirin û 200 rojî dom kiribû. Wê demê ev çalakî gihîşt armanca xwe û hevdîtin pêk hat. Lê belê piştî demekî şûnde carekedin ev tecrît berdewam kir. Hevalên me yên di girtîgehan de tişta ku ji destên wan tê ev çalakî ye û çi ji destên wan bên dikin. Lê divê ev bar li ser milên me yên kesên li derve û kesên siyasetê dimeşînin be. Bi tenê xwedî derketin û serlêdanê têr nakin. Divê em hemû bi hev re destên xwe bikin bin kevir û vê armancê pêk bînin da ku hîn girtîgehan de rewş xiraptir nebûye. Em hem berpirsyarin û hem jî kêmasiyên me hene. Vê yekê ne bi tenê qada siyasî, qada girtîgehê û dayik, kî vê yekê ji xwe re pirsgirêk dibîne û kî dixwaze pirsgirêka kurd çareser bibe divê nava vê xebatê de bin. Ger ku pirsgirêka Gelê Kurd çareser bibe encama vê ne bi tenê kurd, dê hemû kesên li Tirkiye û Rojhilata Navîn dijîn dê encamê bigirin. Dê di nava aştî, azadî û wekheviyê de jiyana xwe bidomînin.”
 
Gulcan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tecrît çiye, çima ev tê meşandin û çima li ser Birêz Ocalan tê meşandin, çima ev pirsgirêk hem li Tirkiye û hem jî li Rojhilata Navîn belav bûye? Divê mirov ev pirsan ji xwe bike. Divê mirov binê van xalan xêz bike. Bi tenê daxuyaniyan ev yek nabe. Divê di aliyê dîplomasî, sazî û dezgehan ve xebat bên meşandin. Mafê me yê demokratîk çibe divê mirov wê pêk bîne."