Denîz Poyraz di rojbûna xwe de hat bibîranîn
- 13:36 2 Çile 2024
- Rojane
ÎZMÎR - Denîz Poyraz ku di êrişa sala 2021’ê ya li dijî avahiya HDP’a Îzmîrê de hatibû qetilkirin, di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Kujerê bi navê Onur Gencer di 17’ê hezîrana 2021’ê de bi çekan êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kiribû. Di êrişê de Denîz Poyraz (38) hate qetilkirin. Bi boneya sala 41’ê ya rojbûna Denîz Poyraz, Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê li ser gora wê ya li Kaynaklar a Bucayê li gel malbata wê merasîma bîranînê li dar xistin.
'Ruhê wê dijî'
Beşdaran ji ewil çîçek danîn ser gora Denîz Poyraz û deqeyek rêz girtin. Piştre jî dayika Denîzê, Fehîme Poyraz axivî û got ku keça wê ne tenê keça wê ye û keça gelê kurd û hemû kesên xwedî lê derketin e. Fehîmeyê, wiha domand: “Denîz bi hovane hate qetilkirin lê ruhê wê li her derê dijî. Heke şehîd nebûbûya, dê me rojbûna wê bi hev re pîroz bikira. Spasiya her kesên hatine vê derê dikim.”
‘Êşa me mîna roja ewil e’
Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Zehra Vezan Karabulut jî xemgîniya xwe anî ziman û wiha got: “Denîz hêj jineke ciwan a 38 salî bû. Bi hovane hate qetilkirin. Di ser vê hovîtiyê re 3 sal derbas bûn lê êşa me hêj mîna roja ewil e. Heta dawî dê têkoşîna me bidome. Denîzek diçe û hezar Denîz tên şûna wê.”
Merasîma bîranînê bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.