‘Wê Gelê Kurd mîrateya dewr girtiye bilind bike’
- 19:05 23 Tebax 2026
- Rojane
AMED - Di bernameya bîranînê ya ku ji bo kesên di Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dan hate lidarxistin, Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û got: “Em ê têkoşîna ku hatiye heya vir, şoreşgerên Kurdistanê wisa biparêzin ku tevî sal jî derbas bibin ew ê bên bîranîn.” Çetin Arkaş jî wiha got: “Bûne zarokên bi hezaran dayikan. Hûn bi wan re çi qas serbilind bin jî kêm e.”
Şîna ku li navçeya Rezan a Amedê, bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê de ji bo 49 cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Parka Koşuyolûyê hate danîn bi bernameya bîranînê bi dawî bû. Malbatên cangoriyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û her wiha bi hezaran kes ji Amed û bajarên derdorê tevlî bîranînê bûn.
Di bîranînê de car bi car dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehid namirin”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Riya şehîd riya me, Apo ye Serokê me” û “Riya şehîd riya me, PKK partiya me” hatin berzkirin. Her wiha wêneyê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada bîranînê hate vekirin. Wêneyên cangoriyan jî bi nîşaneyên alên kesk û sor û zer li ser maseyê bi gul û mûm hatin danîn.
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û siruda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin. Piştî rêzgirtinê û xwendina sirudê girseyê dirûşmên “Şehid namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Piştre navên cangoriyan hatin rêzkirin û malbatên li qadê yek bi yek hatin çepikkirin.
‘Em ê şoreşgerên Kurdistanê biparêzin’
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar di bîranînê bang li malbatan kir û got: “Di nava pergala wiha de hilbijartina rêya herî bi rûmet bû para gelê Kurd, çi qasî em bextewar bin di nava pergalek wiha de hilbijartina rêya herî zehmet bû para Kurdan, çi qasî em bextewar bin. Çi qasî em bextewar bin ku Rêber Abdullah Ocalan heye ku dengê xwe gihandiye tevahiya cîhanê. Axaftina li ser kesên me winda kirine giran e. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em piştî vê biaxivin. Em ê têkoşîna ku hatiye heya vir, şoreşgerên Kurdistanê wisa biparêzin ku; tevî sal jî derbas bibin ew ê bên bîranîn. Di heyama nû de gelê Kurd dê bi Rêbertiya xwe re bigihîje hev, mîrateya wergirtî dê bigihêje asta bilind û dê bibe navê demokrasiyê, azadiyê. Bila serê me hemûyan sax be, berî her tiştî bila serê Rêber Apo sax be.”
‘Hûn çiqas bi wan re serbilind bin jî kêm e’
Çetîn Arkaş bi gotinên “Li ser navê Rêber Apo ez silavê li we hemûyan dikim, sersaxiyê ji we re dixwazim” dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Di roja ewil a sersaxiyê de dema me serdana dayikan dikir, du xizmên şehîdên me wêneyek nîşanî min dan û gotin: ‘Dema 28 sal berê ew bi apên xwe re li girtîgehê bûn, we serdana wan kiribû û we ew girtibûn koguşê.’ Ew zarok mezin bûn, tevlî têkoşînê bûn, şehîd ketin û em îro di sersaxiya wan de ne. Dayikan hemû wekî zarokên xwe dîtin. Hin dayikên me ji ber ku dûr bûn dereng hatin sersaxiyê. Lê li pişt wê wêneye dayikên din jî hebûn. Weke zarokên xwe xwedî lê derketin. Bûne dayika her şehîdekî Kurdistanê. Bila dayik bifikirin ku, dibe ku biyolojîkî ji we bûn, lê bûn zarokên bi hezaran dayikan. Hûn bi wan re çi qas serbilind bin jî kêm e.”
‘Kurd ji azadiya xwe venageriyan’
Çetîn Arkaş di berdewama axaftina xwe wiha de ev tişt anî ziman: “Ger gelê Kurd gihîştibe nuqteya bêveger, bi xwe re bûbe xwedî serbilindî, ev bi saya van mirovên qehreman e. Piştî heyama têkoşînê ya 50 salî, ne ji ber ku em ditirsin, ne ji ber ku em bêçare ne, ne ji ber ku em ji têkoşînê westiyane, ji ber ku êdî hewcedariya vê axê bi aştiyê heye me pêvajoya aştiyê xist meriyetê. Divê herkes vê yekê bizane, me rêbaza xwe ya têkoşînê guhert, em ji armanca xwe ya têkoşînê venegeriyan, Kurd ji rumeta xwe venegeriyan, ji azadiya xwe qet venegeriyan. Weke Apocîyekî ez li ber êşên hemû malbatan û hevalên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Êşên herkesî hene, hesasiyetên herkesî hene. Ger em ê jiyaneke nû ava bikin, divê herkes zimanê aştiyê, rêzdariyê, hesasiyeta hev bişopîne. Ji ber vê yekê nêzîkatiya li canên me yên me winda kirine, keçên me, xortên me, hevalên me hesasiyeta me ya herî mezin e. Ne li vir in lê dê her dem li ser serê me cih bigirin.”
‘Nuqteya hatiye gihîştin maseya li Îmraliyê hatiye avakirin e’
Çetîn Arkaş da zanîn ku kes kes bila nebêje em têkçûne û teslîmiyetê negire dest û wiha pê de çû: “Ew yek xwe xapandine. Gelê Kurd destê aştiyê dirêj kir. Gelê kurd ji azadî, rûmet, nirxên xwe nayê xwarê. Têkoşîna 3 nifşan e ku berdewam dike mînaka vê yekê ye. Şer û berxwedaneke mezin hate jiyîn. Bi taybetî ji sala 2015’an û vir ve pêvajoyeke gelekî giran hate dîtin. Me gelek bedelên mezin dan, me êş kişandin. Lê me ji rûmeta xwe neanî xwarê. Nuqteya hatiye gihîştin maseya li Îmraliyê hatiye avakirin e. Îro li Îmraliyê maseya aştiyê hatiye avakirin, ev bi saya van keç û xortên ciwan e. Zarokên me zarokên herî bi qîmet ên vî gelî bûn. Heke di nava malbatekî de kesên herî zîrek, herî qehreman dest avêtin vî karî, hûn bizanin ku bi saya van zarokan her tişt dê her tim xweşik be.”
‘Malbatên xwe bi tenê nehêlin’
Çetîn Arkaş bal kişand ser hin dirûşmên li qadê hatine qîrîn û got: “Tişta ku wan dikin nemir ne dirûşmên me ne. Êdî pêwîstî bi dirûşmên tolhildanê nîne. Êdî em ê aştî û avakirinê, jiyana bi hev re, rizgariya civakî bînin ziman. Zimanê borî, dirûşm, amûrê wê demê, li gorî serdema nû em ê xwe rêxistin bikin. Di vî warî de em daxwazan dikin. Şêx Seîd, Seyîd Rıza, kesên me winda kirine ji ber ku têkoşîn heye îro nemir in. Ji ber pêvajoya şer, şert û mercên şer ên giran şehadeta hin hevalên me bi derengî hate aşkerekirin. Em hêvî dikin ku malbatên me, me fêm bikin. Dîsa hin rexneyên malbatên me yên şehîdan hene. Em gelek spasiya deh hezaran gelê Amedê dikin ku di nava 3 rojan de li vir malbatên me bi tenê nehîştin. Her roj ev qad tije bû. Gelê kurd xwedî li zarokên xwe derket. Lê em ji saziyên xwe re jî dibêjin. Bila ev li vir nemîne. Malbatên xwe li malên xwe, di jiyana xwe de bi tenê nehêlin. Guh bidin derdên wan, di nava derfetan de pêdiviyên wan pêk bînin, li kêleka wan bin. Bi pratîka xwe nîşan bidin ku hûn zarokên vî gelî ne. Kêmasiyên saziyan hebin ez li ser navê wan ji hemû malbatên şehîdan lêborînê dixwazim. Heya ku em li pey wan bimeşin serkeftin misoger e. Em ji rêya wan derneketin.”
Piştî axaftinan sînyevizyona ku wêne û dîmenên cangoriyan û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû amadekirin hate nîşandan. Bîranîn bi çepik, tilîlî û dirûşman bi dawî bû.







