Xelata Chatham House ya 2026’an wê ji jinên Efganistanê re were dayîn

  • 11:41 21 Tebax 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelata Chatham House ya 2026’an, ji ber "wêrekî û berxwedêrî ya wan a li hemberê zextên bipergalî ya li ser bingeha zayendî" ji jinên Efganistanê re hate dayîn.
 
Chatham House, duh ragihand ku jinên ji Efganistanê tevî qedexeyên berfireh jî bi rêya xwepêşandan, hewldanên parêzvaniyê û hewldanên parastina gihîştina perwerdehiyê li dijî binpêkirinên maf û azadiyên xwe li ber xwe didin.
 
Rêxistinê, diyar kir berxwedana jinên Efganî bû sedem ku civaka navneteweyî balê bikşînê rewşa jin û zarokên keç û encamên vederkirina wan ji jiyana giştî.
 
Dîrektor û Seroka CEO’yê ya Chatham House Bronwen Maddox, wêrekiya jinên Efganî wekî nîşaneyekî îradeya tevgerek berfireh a ji bo parastina mafên jinan nirxand û tekez kir ku divê cîhan ji vê rewşê re bêxem nemîne.
 
Her wiha endama hevkar a Bernameya Asya-Pasîfîk a Chatham House Farzana Sheikh, diyar kir ku dayîna vê xelatê ya ji bo jinên Efganistanê di cihê xwe de ye û ev yek nîşaneya berxwedan û biryardariya wan e ku neyê jibîrkirin e.
 
Chatham House, rêxistineke navenda wê li Londonê ye û di qada avakirina polîtîka û lêkolîna jeopolîtîk û mijarên navneteweyî de xebat dimeşîne.