'Divê qanûna bingehîn demildest bê derxistin'
- 09:04 12 Tîrmeh 2026
- Rojane
STENBOL - Endama MYK'ê ya DEM Partiyê Îlknur Bîrol da zanîn ku ji bo çareseriya demokratîk mayînde be divê pêvajoyê bêçekbûn û jiyana demokratîk bikeve bin ewlehiyê û ji ber vê jî divê qanûna bingehîn demildest bê derxistin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga "Aştî û Civaka Demokratîk" kir û piştî vê PKK’ê biryara feshê da û di 11’ê Tîrmehê de bi merasîmekê çekên xwe şewitand. Di ser de salek derbas bû lê hîna dewletê tu gav navêtiye.
Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Îlknûr Bîrol der barê qanûna bingehîn a tê payîn bê meclîsê de axivî û got ji bo aştiyeke demokratîk û ewlehiya qanûnî divê demildest qanûna bingehîn bê derxistin.
Îlknûr Bîrol saleke ku di ser şewitandina çekan de derbas bûye nirxand û got: “Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê divê demildest qanûna bingehîn bê derxistin. Hêviya bi gel re ava bûye ancax bi van gavên şênber xurt bibe. Salek berê çek hatin şewitandin. Ev gavek dîrokî bû. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hêviyek mezin bi gel re ava bû. Lê tevî salek derbas bû hîna derbasî qonaxa duyemîn nebûye.”
‘Divê qanûnek berfireh be’
Îlknûr Bîrol got di qonaxa duyemîn de derxistina qanûna bingehînşert û ferze û wiha domand: “Divê desthilatdarî li gorî encamên rapora komîsyonê gavê bavêje. Çarçoveya qanûnî ya mijara gotinê divê veguhere polîtîkayên şênber. Divê qanûneke befireh bê derxistin. Divê der barê rewşa girtiyên siyasî de çareserî bê afirandin. Ji bo vegera siyasetmedarên li surgunê divê qanûn bê derxistin. Ji bo pêvajo baş bimeşe divê şert û mercên xebata Abdullah Ocalan bên başkirin. Ji bo aştiyeke mayîn de divê ewlehiya hiqûqî bê avakirin.”
‘Divê pêşeroja kesên çek berdane bikeve bin ewlehiyê’
Îlknur Bîrol destnîşan kir ku qanûna kok ne tenê sererastkirineke û divê ji bo kesên ku çek berdane jî sererastkirinek ku tevli jiyana demokratîk bibin bê kirin. Îlknur Bîrol wiha dirêjî dayê: “Divê pêvajo zelal be û civak bê bawer be. Divê ji provakasyonan re zemîn neyê avakirin. Qanûna tê avakirin divê hemû aliyan bihewîne û bi mutabakata hemû aliyan bê amadekirin.”
‘Statuya Ocalan wê nêrîna dewletê nîşan bide’
Îlknur Bîrol balkişand ser yek ji sernavên girîng ya pêvajoya muzakereyê û got ev statuya Abdullah Ocalan e û wiha got: “Statuya ji bo Birêz Ocalan wê nêrîna dewletê a li dijî pisgirêka çareseriya Kurd nîşan bide. Di bin tecrîdê de bi awayekî kêfî domandina hevdîtinan aştiyeke mayînde jî pêk nayne. Bawerî ancax bi gavên şênber dikare ava bibe.”
‘Têkoşîn didome’
Îlknûr Bîrol di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bidawîbûna têkoşîna çekdarî nayê wateya ku têkeoşîn qediyaye. PKK’ê got em dest ji mafên xwe berdandin em têkoşînê bi alavên siyaseta demokratîk dimeşînin. Ji ber vê jî têkoşîn neqediyaye. Tenê rêbaz guheriye. Sedema hebûna DEM Partiyê aştiye. Em ê jî têkoşîna xwe bimeşînin.”







