Werîşe Muradî: Ez dadgehê nas nakim

  • 20:47 11 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ya ku ji aliyê Şaxa 15'an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve hatibû gazîkirin, diyar kir ku ew dadgehê rewa nabîne û beşdarî rûniştinê nabe.
 
Îro Golrox Iraeî, li ser hesabê xwe ya platforma X’ê ragihand ku girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ya li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, diyar kiriye ku dadgehê nas nake û beşdarbûna rûniştinê red kiriye.
 
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Golrox Iraeî ve hatin weşandin, Werîşe Muradî îro carek din ji bo 15’emîn a Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hatiye gazîkirin. Lê belê, Werîşe Muradî diyar kiriye ku dadgehê rewa nabîne û beşdarbûna danişînê red kir.
 
Di parvêkirinê de hate diyar kirin Werîşe Muradî ya cezayê darvekirinê ya derbarê wê de hatibû dayîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve ji ber kêmasiyên di lêpirsînê de hat betalkirin, ji aliyê Ebulqasim Salavati ve ji nû ve ji dadgehê re hate gazîkirin. Muradî, da zanîn ku ji ber dadgehê nas nake, beşdarî danişîne nebûye.
 
Gelek caran ji mafên xwe hate bêparkirin
 
Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku Werîşe Muradî di tevahiya girtina xwe de bi gelek sînordarkirinan re rû bi rû maye. Hate gotin ku bi talîmatên serokê dadgehê bi mehan destûr nehatiye dayîn ku bi telefonê biaxive û demek dirêj ji mafê hevdîtina bi malbata xwe re bêpar maye. Hate destnîşankirin ku veguhestina wê ya ji bo nexweşxaneyê, dermankirin, gihandina dermanên wê û gihîştina wê ya ji bo xizmetên bijîşkî bi fermanên rayedarên ewlehî û dadwerî bi berdewamî dihat astengkirin.
 
Hêjayî gotinê ye ku girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî, di 1’ê Tebaxa 2023’an de li ber deriyê bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hate binçavkirin. 15’emîn Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, bi serokatiya Dadwer Salavatî, bi sûcdariya “serhildana çekdarî li dijî dewletê” cezayê darvekirinê da Werîşe Muradî.
 
Piştî îtîrazê, cezayê darvekirinê ya li dijî Werîşe Muradî di Kanûna 2025’an de ji aliyê 9’emîn Odeya Dadgeha Bilind ve hate betalkirin û doz ji bo ji nû ve nirxandinê ji 15’emîn Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Tehranê re hate şandin.