Ji Şaredariya Yenîşehîrê 'Civîna Butçeyê ya Hesasiyeta Zayendî'
- 12:41 9 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Yenişehirê 'Civîneke Budçekirinê ya Hesasiyeta Zayendî' bi beşdariya jinan li dar xist.
Şaredariya Yenişehirê 'Civîneke Budçekirinê ya Hesasiyeta Zayendî' bi beşdariya gelek jinan li Pirtûkxaneya Gel a Rojîn Kabaîş li dar xist. Jinên ji taxên Şehitlik û Ben û Senê bi parvekirina ezmûnên xwe yên jiyanê û daxwazên xwe beşdarî pêvajoya budçeyê ya Rêveberiya Polîtîkayên Jinan bûn.
Cîgira Hevşaredara Yenîşehirê, hevberdevka meclîsa şaredariyê, endamên meclîsê, xebatkarên Rêveberiya Polîtîkayên Jinan û gelek jin beşdar bûn.







