Rojnemeger Berfîn Ay hat berdan

  • 15:58 7 Tîrmeh 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Gerînendeya Karên Nûçeyan a Rojnameya Azadiya Welat Berfîn Ay bi kontrola edlî hat berdan.
 
Gerînendeya ji Karên Nûçeyan Berpirsyar a Rojnameya Azadiya Welat Berfîn Ay 5ê Tîrmehê li Deriyê Sînor ê Xabûrê hat binçavkirin û piştre ew birin Gerînendehiya Emniyeta Şirnexê. Rojnemevan Berfîn Ay piştî îfadeya li emniyetê sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriyê îfadeya Berfîn Ay stend û bi daxwaza kontrola edlî ew sewqî dadgehê kir.
 
Şandeya dadgehê bi şertê kontrola edlî Berfîn Ay berda.