Şaredariya Peyasê di meha hezîranê de 74 ajalên bêxwedî derman kir

  • 13:27 3 Tîrmeh 2026
  • Rojane
AMED - Gerînendetiya Karên Veterîneriyê ya Şaredariya Peyasê, di meha Hezîranê de ji bo 74 ajalên kolanan yên birîndar, nexweş û hewcedarê alîkariyê bûn, xebatên lezgîn ên tenduristiyê meşandin û jiyana wan rizgar kir.
 
Şaredariya Peyasê ku bi kirîna wesayîteke hawarçûnê ya gerok û zêdekirina hejmara karmendên xwe xebatên xwe yên li qadê xurtir kiriye, armanc dike ku xizmetên veterîneriyê yên çêtir pêşkêşî ajalên bêxwedî û kedîkirinê bike. Di vê çarçoveyê de, tîmên gerok di meha Hezîranê de li ser agahdarkirin û giliyên welatiyan, yekser çûn cihê bûyerê û destwerdana bijîşkî ya pêwîst gihandin 74 ajalên ku birîndar an nexweş bûn û di nav şert û mercên giran ên kolanê de ji bo jiyanê têdikoşiyan.
 
'Kevirê bingehîn kêmkirina stres û tirsa ajalan e'
 
Gerînendetiya Karên Veterîneriyê ya Şaredariya Peyasê têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir û wiha got:“Li ser agahiyên ku digihîjin gerînendetiya me, tîmên me yekser diçin cihê bûyerê. Kêliya herî krîtîk, pêwendiya yekem a ku bi ajal re tê danîn e. Ji bo kêmkirina tirs û stresa ku ajal di dema qezayan, nexweşiyan an jî travmayê de dijîn, kevirê bingehîn ê karê me ye. Tîmên me yên pispor destwerdana yekem a lezgîn li cihê bûyerê pêk tînin. Piştî vê destwerdana krîtîk, em ajalan bi ewlehî vediguhêzin Navenda Rehabîlîtasyon û Stargehê ya Şaredariya Bajarê Mezin.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xebatên ji bo parastina mafê jiyanê ya ajalan dê bi rêya hevkariya di navbera saziyan de bi biryardarî berdewam bikin.