Di Mitînga Azadiyê de daxwaza qanûnên azadiyê
- 09:44 29 Hezîran 2026
- Rojane
AMED - Jinên ku beşdarî Mîtînga Azadiyê ya li Amed bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk ve” bûn, tekez kirin ku pêwîst e rêziknameyên qanûnî di zûtirîn dem de werin bicîhanîn.
Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk ve” li Qada Îstasyonê ya Amedê Mitînga Azadiyê hat lidarxistin. Di mitînga ku bi hezaran kes beşdar bû de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. Li qada mitîngê posterên Abdullah Ocalan ên mezin hatin vekirin û li ber stranan govenda hat gerandin.
Ciwan û jin, bi cilên gelêrî yên li xwe kirin dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Mîtînga ku bi axaftina komîteya amadekar dest pê kir, piştre Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û ji Sekreteriya Îmraliyê Veysi Aktaş axivîn. Piştî axaftinan, vîdyoyek li ser têkoşîna Kurdan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan.
Mîtîng bi stranên ku ji hêla hunermend Pinar Aydinlar, Kadir Çat û Serhado ve gotin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Jinên ku beşdarî Mîtînga Azadiyê bûn, tekez kirin ku pêwîst e rêziknameyên qanûnî di zûtirîn dem de werin bicîhanîn. Hest û ramanên xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re anîn ziman.







