Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî
- 19:22 22 Hezîran 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Li Qoserê ji şewata derketî de 500 donim zeviyên genim şewitî.
Li gundê Kemîra yê navçeya Qoser a Mêrdînê agir bi zeviyên genim lê hatiye çandin ket. Destpêkê şêniyên gund bi traktorên xwe xwestin pêşiyê li berfirehbûna agir bigirin. Piştre tîmên agirkuj mudaxaleyî şewatê kirin û agir vemirandin.
Hate zanîn ku di encama şewatê de 500 donim zeviyên genim şewitî.







