'Zext nikarin me bitirsînin'
- 20:55 22 Hezîran 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet û Egîtîm Sen, binpêkirinên mafan ên li dijî mamosteyên di greva birçîbûnê de şermezar kirin û banga xwedîderketina mamosteyan kirin.
Mamoste û rêxistinên kedê ji ber Navenda Pivan, Bijartin û Bicîhkirinê (OSYM) ya li Alsancakê heta ber bi Pastaxaneya Sevinçê meşiyan. Li vir ji bo mamosteyên ku li Enqereyê di têkoşîna daxwaza mafan de rastî mudaxaleya polîsan, dorpêçê û di dema greva birçîbûnê de rastî lêdanê hatin, daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Têkoşîna mamosteyan a daxwaza mafan bi şîdet û çavdêrîkirinê nayê astengkirin” hat vekirin û dirûşmên mîna “Mamoste dimeşin têkoşîn mezin dibe”, “Ji sermayeyê re na, ji mamosteyan re budçe” hatin berzkirin. Li ser navê girseyê, daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Endamê Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet a Îzmîrê Can Derdiyok ve hat xwendin.
Can Derdiyok da zanîn ku wan li Enqereyê ji bo mezinkirina têkoşîna hevpar û hildana mafên xwe mil dane milê hev û got: “Di her gava hewldana me ya ‘dengê xwe gihandinê’ de ku mafê me yê herî bêsûc û makeqanûnî ye; li şûna muxataban, me mertalên polîsan, gaza îsotê, lêdan û kelepçe li pêşiya xwe dît! Gava ku me di polên xwe de ji xwendekarên xwe re qala demokrasî, lêgerîna mafan û edaletê dikir; ji ber ku me li kolanên paytextê li mafên xwe digeriya, em li erdê hatin kaşkirin.”
‘Dawî li binpêkirinan bînin’
Can Derdiyok pêvajoya berxwedanê û hûrgiliyên binpêkirina mafên ku roj bi roj li dijî mamosteyan hatine kirin wiha rêz kir: “Di 14ê hezîranê de gava em hîn li Guvenparkê bûn, dora me bi barîkatan hat girtin. Gava ku em li benda muzakereyê bûn, em bi mertalan hatin derbkirin. Kelepçe li zêdetirî 40 pîşeyiyên me hat xistin. Di 15ê hezîranê de me xwest em li Parka Kurtuluşê dîsa bên cem hev. Vê carê ne tenê park, otêlên ku em lê diman û kolanên ku em lê dimeşiyan jî dorpêç kirin. Di 17ê hezîranê de jî me xwest em li ber Deriyê Çankaya yê TBMMê dengê xwe bilind bikin. Dîsa bi mertalên polîsan, bi şîdet û binçavkirinan bersiv dan me. Rêveberên sendîkaya me û hevalên me yên têkoşînê bi hovîtî hatin kaşkirin. Û di 21ê hezîranê de dora avahiya Sendîkaya me hat girtin. Li pêşiya me dîwarên ji mirovan hatin hûnandin, gaza îsotê di çavên me de reşandin. Hevalên me yên ku ji ber greva birçîbûnê jixwe bêhal ketibûn, di nava ewra gazê de bîhna wan çikiya.”
‘Em dixwazin karê xwe awayeke bi rûmet bikin’
Can Derdiyok anî ziman ku ew dixwazin pîşeyê xwe bi rûmetî bikin û peywirdar sozên ku dane bi cih bînin û axaftina xwe weha bi dawî kir: “Bêdengî, çeka herî mezin a vê pergala mêtingeriyê ye. Em bêdeng nabin, hûn jî bêdeng nemînin. Em di greva birçîbûnê de ne. Di bin barîkatan de ne. Di binçavkirinê de ne. Li erdê tên kaşkirin. Lê em tu carî serî natewînin. Heta ku gaveke berbiçav neyê avêtin û ew soz neyên girtin, em li vir in. Heta ku em mafê xwe hilnedin, em nasekinin.”
Daxuyanî piştî berzkirina dirûşma “Em jiyaneke mirovane dixwazin” bi dawî bû.







