Li Rojhilat û Îranê di 10 mehan de li 85 hezar jinî tundî hatiye kirin

  • 12:59 26 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Daneyên Bijîşkiya Dadwerî ya Îranê nîşan didin ku di nav 10 mehên borî de tundî li zêdetirîn 85 hezar jinî hatiye kirin, bi taybetî di dema şer de ev rêje sedî 30 zêde bûye.
 
Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê; Malpera ‘Radîo Zemaney’ a Îranî, derbarê rewşa jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya dema şer de raporek weşand.
 
Di raporê de hatiye diyarkirin ku li gorî daneyên Bijîşkiya Dadwerî ya Îranê di 10 mehên borî de li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdetirîn 85 hezar jin rastî tundiyê hatine û navên wan hatine qeydkirin.
 
Ji hêla din ve Daneyên Hawara Civakî jî balê dikişînin ser wê yekê ku di dema şer de tundûtûjî di nav malê de bi rêjeya sedî 30 zêde bûye.
 
Li gorî heman çavkaniyê rojane jinên wisa tên ku destên wan hatine şikandin, rûyên wan birîndar in, bi kêran êrîş li ser wan hatiye kirin heta agir berdane laşê wan jî. Her wiha piraniya van jinan ji ber nebûna yasayên parastinê û cihekî bi ewle, rastiyan vedişêrin.
 
Hate ragihandin ku jin û zarokên çîna karker qurbaniyên yekem ên vê qeyranê ne, bi vî awayî zexta li ser mêran, li şûna ku di civakê de bibe nerazîbûneke giştî, di nav malê de bi ser serê jin û zarokan de tê valakirin.
 
Her wiha hat destnîşankirin ku di van mehên ku aboriya Îranê di bin zexta enflasyonê de bûye, yên herî zêde bi awayekî neyînî jê bandor bûne jin in. Ji ber ku li gorî rapora Sendîkaya Karkeran rêjeya bêkariya jinan gihîştiye sedî 27’an.