Li Hesekê gel ji bo Kurdî daketin qadan
- 22:01 10 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Gelê Hesekê çalakiyên ji bo redkirina rakirina nivîsên bi zimanê Kurdî ji ser tabelayên saziyan didomin. Dayikên ku di çalakiyê de axivîn gotin: “Kurdî nasname û rûmeta me ye” û diyarkirin ku ewê têkoşînê bidomînin.
Gelê Hesekê li pêşiya Qesra Edaletê rakirina nivîsên bi zimanê Kurdî ji ser tabelayên Qesra Edlî şermezar kir.
Di çalakiyên de komên hunerî stranên bi zimanê Kurdî gotin, dîlan hatin gerandin.Jinan diyar kir ku zimanê Kurdî nasname û rûmeta wan e û ew dev ji zimanê xwe piştî salên dirêj ên têkoşînê bernadin.
Jinan wiha got: "Zimanê Kurdî bi fedakariyên şehîdan hatiye parastin, paşguhkirina wê nayê qebûlkirin. Em ê heta tesbîtkirina nivîsên Kurdî li ser tabloyên hemû saziyan çalakiyên xwe bidomînin."
Çalakvanan da zanîn ku zimanê Kurdî ji dîrok û çanda herêmê ye û bang li aliyên eleqedar kir ku dev ji biryara rakirina nivîsên Kurdî ji ser tabloyan berdin.







