Hozan Mizgîn li ser gora wê hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wê mezin bikin

  • 18:25 10 Gulan 2026
  • Rojane
 
BEDLÎS – Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hozan Mizgîn  bi wesîleya salvegera wefata wê de li ser gora wê ya li Tetwanê bibîr anîn.  Di bîranînê balkişandin ser mîrateya têkoşîna azadiyê ya ku Hozan Mizgîn hiştiye û hat daxuyanirin ku wê têkoşîna wê bê mezinkirin.
 
Hunermend Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin)  ku di 11'ê Gulana 1992'yan de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabû, di salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Dayikên Aştiyê yên ku li Goristana Karşiyakayê hatin cem hev, posterên Hozan Mizgîn hildan û bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” ber bi gorê ve meşiyan.
 
 Xwişka Hozan Mizgîn Şukran Akiş, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û gelek jin beşdarî bibîranî bûn. Bername bi merasîma bibîranînê dest pê kir.
 
 Şukran Akiş a ku tevli bîranîna xwişka xwe bû ev tişt got: "Ez di şexsê Şehîd Mizgînê de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim. Rêzên xwe ji şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê re pêşkêş dikim. Serê hemû malbatên şehîdan sax be."
 
 Aktivîsta TJA'yê Sureyya Aydin jî bal kişand ser pêşengiya Hozan Mizgîn û destnîşan kir ku wê mîraseke gelek mezin ji bo jinan hiştiye û wiha axivî: "Deng, stran, ked, berxwedan û têkoşîna Hozan Mizgîn nayê vegotin. 34 sal in tu her di dilê me de jiya. Ji ber ku wê teslîmbûn qebûl nekir û xwe feda kir, têkoşîna wê hêz da têkoşîna me."
 
 ‘Stranên wê bûn îlham’
 
 Hevseroka DEM Partiyê ya Bedlîsê Sîdar Karaçelîk anî ziman ku meha Gulanê di nav xwe de gelek lehengiyan dihewîne û Hozan Mizgîn di serê van lehengan de ye û wiha axivî: "Hozan Mizgîn mîraseke mezin li pey xwe hişt û şehîd bû. Em di şexsê Mizgînê de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînim. Şehîd Mizgîn ne tenê şervanek, di heman demê de hunermendek bû. Navê hemû zarokên ku li Êlih û Tetwanê ji dayik bûn bû Mizgîn. Hemû stranên ku wê li pey xwe hiştin, ji bo kesên vê têkoşînê dikin bûn îlhamek mezin."