Li Îdirê zarokekî jiyana xwe ji dest da
- 12:49 2 Gulan 2026
- Rojane
ÎDIR - Berat Irmak ku li gundekî navçeya Îdirê dima di encama teqîna çekê de jiyana xwe ji dest da, hate definkirin.
Berat Irmak ê 13 salî ku duh li gundekî navçeya Îdirê dema bi hevalê xwe re dilîst, ji ber teqîna çekê bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Berat Irmak piştî prosedurên pêwîst ên li nexweşxaneyê îro anîn gund. Piştî nimêja cenaze, zarok li goristana gund hate definkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna piştî bûyerê de, hate diyarkirin ku E.A., ê tê gotin berpirsiyarê ragirtina çekê di malê de ye, hate binçavkirin. Hate gotin ku lêpirsîna bûyerê berdewam dike.







