HRANA: Îranê 9 girtiyên siyasî tecrîd kiriye
- 12:21 23 Nîsan 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA'yê ragihand ku 9 girtiyên siyasî yên ji Girtîgeha Kizilhîsarê hatine veguhestin li hucreyên yek kesî têne ragirtin û ji mafên xwe yên bingehîn bêpar hatine hiştin.
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) bi raporekê ragihand ku 9 girtiyên siyasî yên ji girtîgeha Evînê surgûnî girtîgeha mezin a li Tehranê ya Qizilhesarê hatine kirin, di hucreyên yek kesî de têne girtin.
Hate diyarkirin ku girtî ji mafên xwe yên sereke û bingehîn yên wek pêwendiya telefonê û derfetên tenduristiyê bêpar têne hiştin. Beşek ji wan girtiyan beriya niha ji aliyê dadgehên Îranê ve bi cezayê girtîgehê yê demdirêj hatibûn mehkûmkirin.
HRANA di dewama rapora xwe de li ser zêdebûna zextên rejîma Îranê yên li ser xwepêşanderan, binçavkirî û girtiyên siyasî, hişyarî da.







