Li Wanê qursa Kurdî û Farisî hat vekirin

  • 20:03 16 Nîsan 2026
  • Rojane
WAN - Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê, qursa zimanê Kurdî û Farisî vekir.
 
Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê qursa zimanê Kurdî û Farisî vekir. Merasîma vekirinê li Galeriya Hunerê hat lidarxistin û tevî nûnerên saziyên civakî, gelek welatî jî beşdarî bernameyê bûn.
 
Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Uzunay bal kişand ser wate û giringiya ziman û destnîşan kir ku ew ê di demên pêş de di qada ziman û çandê de xebatên hîn berfirehtir bikin.