Berî meşa Gemlikê li Bûrsayê hevdîtina gel pêk hat

  • 21:27 16 Nîsan 2026
  • Rojane
BÛRSA – TJA’yê li navçe û taxên cuda yên Bûrsayê di çarçoveya meşa Gemlikê ya dê di 19’ê Nîsanê de pêk were, bang li jinan kir ku beşdarî meşê bibin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) amadekariyên xwe ji bo meşa Gemlikê ya di 19’ê Nîsanê de wê bê lidarxistin civînên mal bi mal û komele bi komele li navçe û taxên cuda yên Bûrsayê didomîne. Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mûşê Sumeyye Boz û gelek aktîvîstên din ên TJA’yê beşdarî van civînan bûn. Asta beşdariya bilind a jinan balkêş bû û banga beşdarbûna ji bo meşa Gemlikê hat kirin.
 
Di civînê de dirûşmeya "Bê serok jiyan nabe" hate berzkirin. Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata di çalakiyê de axivî û diyar kir ku jin herî zêde ji şer bandor dibin. Ayla Akat Ata tekez kir ku delîlên doza Gulistan Dokû piştî salan derketin holê û jinên li Kurdistanê her tim ji şer bandor dibin û got ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo jinan girîng e.