‘Ya ku zarokan ber bi sûc ve dibe pergal bixwe ye’

  • 09:02 16 Nîsan 2026
  • Hiqûq
Devrim Findik 
 
STENBOL - Parêzera OHD’yî Meryem Agar diyar kir ku di mijara pêşîgirtina tundî û îstîsmara li hember zarokan de sererastkirinên qanûnî qels dimînin û sedema ku zarok ber bi sûc ve diçin, pergal bixwe ye.”
 
Ji Komîsyona Zarokan a Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Meryem Agar der barê ku zarok li dijî valahiyên qanûnî û pêkanînêk kêm çawa bê parastin dimînin de axivî.
 
Valahiyên qanûnî yên di tundiya li ser zarokan de
 
Meryem Agar destnîşan kir ku di TCK’ê de tundiya li ser zarokan bi tîpên sûc ên cuda tê sererastkirin û wiha got: “Tundiya zayendî ya li ser zarok yanî îstîsmara zayendî bi taybet wek tîpa sûcekî cuda hatiye sererastkirin. Kesekî 18 saliya xwe temam nekiribe û destdirêjî li zarok kiribe ji 8 salan heta 15 salan ceza digire. Li dijî zarokên 15 sal temenê xwe tije nekiribe, her cureyê nêzîkatiya zayendî sûc teşkîl dike. Di vir de cebir, tehdîd an jî hîle bikaranîn hewce nake. Rewşeke wek daxwaza zarok hebû ne mijara gotinê ye. Di îstîsmara zayendî de dema ku organ an jî alav bikeve beden ev ceza ji 16 salan kêmtir nîne. Her wiha dema ev sûc ji aliyê gelek kesî ve bê kirin an jî ji aliyê kesekî ji malbat an jî peywirdarê cemawerî ve bê kirin, ceza jî tê zêdekirin.”
 
‘Zarok terkî malê û qederê tên kirin’
 
Meryem Agar tundiya fîzîkî jî nirxand û ev tişt anî ziman: “Ji qestî zarok birîndarkirin, li gorî xala 86’an a TCK’ê, li dijî  kesê ku nikare xwe di alî beden û rih de biparêze pêk bê ev ceza qatek din zêde dibe. Di xala 96’an de dema sûcê eziyet li zarok bê kirin ceza zêde dike. Lê tundiya fîzîkî hîna bi hukmên giştî sînor e. Îstîsmara hestî, di mijara zext û îhmalkariyê de mevzuat qels e. Zarok mahkumê mala lê haiye dinê û qedera wan tê kirin.”
 
Meryem Agar wiha berdewam kir: “Qanûn di mijara pêşîgirtina sûc û rehabîlîtekirinê de kêm dimîne. Sererastkirinên ji rewşa baş daxistin, daxistina takdîrî an jî bi şert berdan, dibe sedema ku gumanbar cezayên xwe tam nakşînin. Ev rewş bêcezahiştinê xurt dike, cesaretê dide gumanbaran.”
 
‘Qanûna Parastina Zarok di pêkanînê de tuneye’
 
Meryem Agar her wiha balkişand ser Qanûna Parastina Zarok û got ev di teoriyê de xurt e lê di pratîkê de ne bi bandor e û wiha bi lêv kir: “Pirsgirêkê ji kêmasiya di mevzuatê de wêdetir, pêknehatina teoriyê ye. Koordîasyona di navbera saziyan de kêm e. Di navbera hêzên ewlehî, dozgerî, dibistan, dadgeh û yekîneyên xizimeta civakî de divê her tim parvekirina daneyan hebe. Di xizmetên civakî de jî pirsgirêk hene. Kêmasiya pisporan, zêdebûna hejmara dosyayan, barê kar dibe sedema ku rapor raste rast tê amadekirinê. Bêyî ku şopandinên pêwist bên kirin dosya tên girtin.”
 
‘Zarok bê parastin tên hiştin’
 
Meryem Agar diyar kir ku di bûyerên îstîsmarê de daraz hêdî dimeşe û got: “Ev di çarçoveya 36’emîn xala destûra bingehîn de tê wateya binpêkirinê. Derengkomkirina delîlan, ji ber barê kar pêvajo tê dirêjkirin. Dema pergal hêdî tevbigere bê bandor dimîne. Ev jî cesaretê dide gumanbar, zarokan bêdeng dike. Ji bo zarok di pêvajoyên îfadeyê de travmatîze nebin li Tirkiyeyê Navendên Şopandina Zarokan hene. Lê mixabin ev navend li her derê tune ne û kapasîteya wan bi sînor e.”
 
‘Zarokê ber bi sûc ve diçin mexdûrên pergalê ne’
 
Meryem Agar di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku zarokên tevli sûc, ber bi sûc ve diçin mexdûrê pergalê ne û wiha dirêjî dayê: “Gumanbarê esas pergal e. Zarok mexdûrên pergalê ne. Di paratîkê de nêzîkatiyeke cezakirinê hîna heye. Sedemên wekê xizanî, bêperwerdehî, tundiya nava malê tê piştguhkirin. Tedbîrên pêwist nayên girtin. Di îstîsmara li dibistan, wargeh û saziyên lênerînê de berpirsyarî nayê dîtin. Pirsgirêkê dadixînin gumanbar û wek munferît tê nîşandan. Kêmasiya mekanîzmayên kontrolê dîtin, bi rêk û pêk kontrol û raporkirin şert e. Dema riyên hiqûqa hundir biqedin dikare serî li DDB û DMME’yê bê dayin.”