Bernameya Newroza Amedê diyar bû

  • 11:46 20 Adar 2026
  • Rojane
AMED - Bernameya Newroza Amedê ku sibê tê pîroz kirin, diyar bû. Di bernameyê de ligel xwendina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, siyasetmedarên dê biaxivin û hunermendên dê derkevin ser dikê hatin aşkerakirin.
 
Bernameya pîrozbahiya Newrozê ya Amedê ku dê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” were lidarxistin, diyar bû. Newroz dê di 21’ê Adarê de li Parka Newrozê bê lidarxistin. Saet di 10.00’ê de dê koma kemençeyê derkeve ser dikê û pîrozbahî dê dest pê bike.
 
Bernameya Newroza Amedê wiha ye:
 
*Saet di 10.00’ê de dê koma Kemençeyê derkeve ser dikê.
 
*Komîteya Amadekar a Newrozê dê derkeve ser dikê û girseyê silav bike. Piştî rêzgirtinê, dê komîteya amadekar û hevserok bi axaftinên kurt cejnê pîroz bikin û gel silav bikin.
 
*Piştre dê konsera Dîlan & Erkan Top dest pê bike. Piştre jî ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aştî dê li ser navê Tifaqa Partiyên Kurd biaxivin.
 
*Piştre dê hunermend Alend Hazim derkeve ser dikê.
 
*Dê vîdeo-sînevîzyon bê pêşandan.
 
*Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê were xwendin.
 
*Çetîn Arkaş û Tuncer Bakirhan dê biaxivin.
 
*Agirê Jiyan dê derkeve ser dikê.
 
*Leyla Zana dê biaxive.
 
*Zinar Sozdar dê derkeve ser dikê.
 
*Herî dawî jî dê peyamên siyasetmedaran bên xwendin.