'Îranî ji bajaran ber bi gundan ve koç dikin'
- 13:40 19 Adar 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êriş û şerê berdewam de li Îranê, koçkirina navxweyî zêde bû. Li gorî rapora UNHCRê ji destpêka şer heta 3 milyon 2 hezar kes ji cihên xwe koçber bûne.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li ser koçberiya di nava Îranê de bi boneya şer pêk hatî raporek weşand. Di raporê de bandora şer a li ser sivîlan hate nirxandin û hate diyarkirin ku gelek kes ji bajarên mezin ber bi deverên gundî û herêmên nêzîkî sînorê ve diçin. Tê gotin ku bi taybetî ji bajarên mezin ên wekî Tehran, Îsfahan, Şîraz û Tebrîzê ber bi navçeyên biçûk û gundan ve koçek mezin pêk tê.
Di van bajarên de, herî zêde koç ji Tehranê hatiye tomarkirin. Li gorî agahiyan, ji ber ku êriş bi taybetî li ser vî bajarî zêde bûne, sed hezaran kes ji bajêr derketine û ber bi deverên ewlehtir ve çûne.
Her wiha di raporê de tê bi bîr xistin ku ji bilî hejmara hatiye tespît kirin, asta koçê bi tevahî nîşan nade. Li gorî çavkaniyên herêmî jî koça ji bajaran ber bi gundan ve ji ya ku di daneyên fermî de hatiye ragihandin, gelek zêdetir e.
Pêşketinên dawî nîşan didin ku şer ne tenê li qada leşkerî, li ser jiyana rojane bandorek mezin û di demografiya Îranê de jî guherînên girîng çêdike.








