Li gelek bajaran serdana goran hat kirin
- 12:49 20 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - MEBYA-DER, bi boneya Cejna Remezanê li gelek bajaran serdana gorên kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kir.
Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER), bi boneya Cejna Remezanê li gelek bajaran gorên kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kir.
Agirî
Li Agiriyê bi boneya Cejna Remezanê gorên kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dan ên li Goristanên Fatîh û Yuzuncu Yilê hatin ziyaretkirin. Serdan, bi pêşengtiya MEBYA-DER'ê hatin kirin. Wekîla DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr, nûnerên partiyên siyasî û malbat tev li serdanê bûn. Di serdanê de dua hatin kirin û cejn hate pîrozkirin.
Şirnex
Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Hezex û Silopiyayê jî bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes tev li bûn. Di serdanê de dua hatin kirin û hat xwestin ku cejn bibe wesîleya aştî û azadiyê.
Colemêrg
Li Colemêrgê jî bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê, gorên kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin. Di serdana Goristana Serê Solan a li Taxa Tekserê de wekîl, nûnerên partiyên siyasî û malbatan cih girt.
Wekîlê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Parlak di serdanê de got ku pêvajoya niha û destkeftiyên gelê Kurd encama têkoşîna kesên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane ye. Parlak, got ku divê her kes xwedî li van destkeftiyan û mîrateya têkoşînê derkeve.









