Li Helebce li dijî tundiyê çalakî

  • 16:08 8 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Hevpeymana Jinan ya Kurdistanê di çarçoveya çalakiyên pêngava 16 rojî de daxuyanî dan û diyar kirin ku qetilkirina jinan bandorek mezin li ewlehiya civakê kiriye û got: “Divê Lezgîn zagona parastina jin û civakê bê sererastkirin.”
 
Li ber Baxê Giştî yê Helebce Hevpeyana Jinan a Kurdistanê di çarçoveya çalakiyên pêngava 16 Rojî ya têkoşîna li dijî tundiya ser jinan de çalakiyek kirin.
 
Di çalakiyê de daxuyaniya Hevpaymana Jinan ya Kurdistanê ji aliyê Layen Kuwêstan ve hate xwendin.
 
‘Veşartina daneyên qetilkirina jinan û tundiyê xizmeta jinan nake’
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tundiyê bingehê civakê xirab kiriye û wiha hate gotin: “Pêşîlêgirtina tundiyê tenê ne karê aliyekê ye. Bê navber qetilkirina jinan ya li Kurdistanê bandoreke mezin li ser ewlehiya civakê kiriye. Divê hewldan ji bo pêşîlêgirtina vê yekê bên kirin. Veşartina daneyên qetilkirina jinan û tundiyê xizmeta jinan nake. Divê lezgîn hikûmeta nû bê avakirin û parlemento aktîf bibe. Piştî aktîfbûna parlementoyê bi lezgîn kar li ser zagonên taybet ên li ser civakê û jinan bê kirin. Divê hikûmeta nû yeksan be ji bo tevlîbûna jinan a di nava kar û xebatan de.”
 
‘Divê tedbîrên pêwîst bên girtin’
 
Di dawiya daxuyaniyê de hate îfadekirin ku divê gotinên reşkirin û hedefkirina jinan neyê kirin, rêz li jinan bê girtin û wiha hate gotin: “Tundiya elektironîkî ya li ser jinan zêdetir bûye, pêwîste wezaret û aliyên têkildar pêşiya vê bigirin û tedbîrên pêwîst bigirin.”