Gulistan Kiliç Koçyîgît îdiaya ‘Dê li dijî Bahçelî derbe bê kirin’ derewand

  • 13:06 3 Kanûn 2025
  • Ramyarî
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî îdiaya Şamîl Tayyar ku digot “Abdullah Ocalan di hevdîtina bi Şandeya Komîsyonê ya Meclisê re de got heke pêvajo bi ser nekeve dê di nava MHP’ê de li dijî Bahçelî derbe bê kirin” axivî û ev îdia derewand. 
 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ku di şandeya Komîsyona Meclisê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû de cih digirt, têkildarî îdiaya wekîlê AKP’ê yê berê Şamîl Tayyar daxuyanî da. Şamîl Tayyar, di parvekirineke xwe de îdiaya “Abdullah Ocalan ji endamên şandeyê re got ku heke pêvajo bi ser nekeve dê di nava MHP’ê de li dijî Bahçelî derbe bê kirin” kiribû. Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî vê îdiayê ji kanala YouTubeyê Spot Basin Kooperatîfiyê re axivî û got: “Birêz Ocalan tu gotineke weke ‘heke pêvajo bi ser nekeve dê di nava MHP’ê de li dijî Bahçelî derbe bê kirin’ nekiriye.” 
 
Bi domdarî ev tişt anî ziman: “Got ku heke pêvajo bi ser nekeve dê mekanîka derbeyê bikeve dewrê û ev jî dê gelek derdoran hedef bigire. Gotineke giştî kir. Îdiaya hatiye kirin manîpulasyon e û kesê ev kirî jî her kes nas dike. Tiştekî wekî Şamîl Tayyar dibêje nîne. Birêz Bahçelî ji roja ewil heta niha rîskekî cidî li xwe girt û ji bo pêşketina pêvajoyê berpirsyartiya pêwîst li xwe girtiye. Tiştên divê çêbibin jî bi aşkerayî dibêje. Derdorek heye. Ev derdor, bi awayekî piralî hewl dide xeta li dijî çareseriyê xurt bike û her kesî bikişîne ser vê xetê. Divê her kes hewl bide rê li ber bihêzbûna vê xeta dijberiya çareseriyê bigire.”