Lî Rihayê mirina bi gûman

  • 14:58 8 Kanûn 2025
  • Rojane
RIHA - Fehime Firat ku hat îdiakirin li Pirsûsê ceryanê wê gitiye jiyana xwe ji dest da.
 
Hat îdakirin ku Fehime Firat duh êvarê li mala xwe ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ceryanê wê girtiye. Fehîme Firat a ku bi giranî birîndar bû  rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Tevî mudaxeleya lê hat kirin jî jiyana xwe ji dest da.
 
Cenazeyê Fehîme Firat ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî (ATK) û lêpirsîn li ser bûyerê hat destpêkirin.