Derbarê 4 rojnamevanan de biryara neşopandinê hat dayîn

  • 15:59 12 Gulan 2026
  • Hiqûq
AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di lêpirsîna der barê 4 rojnamevanan de biryara "neşopandinê" da. 
 
Di lêpirsîna der barê 4 rojnamevanan de ku ji ber qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrişa bi SÎHA'yan a Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatibû destpêkirin, biryara neşopandinê hat dayîn. Di daxuyaniya ku di 20'ê Kanûna 2024'an de li ber Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) hat dayîn de, der barê Hevserokê DFG'ê Selman Çiçek û rojnamevan Heval Onkol, Dîlan Kartal û Hêvîdar Onverê de bi îdiaya "lidarxistina civîn û meşa li dijî qanûnê" lêpirsîn hat vekirin. Di lêpirsînê de bi hinceta delîlên "pêbawer û teqez" tüne ne biryara "neşopandinê" hat dayîn.