Daxwaza statuya ji bo zimanê Kurdî: Pirsgirêka ziman bê statuyê çareser nabe
- 09:07 12 Gulan 2026
- Çand û Huner
Rojda Aydin
AMED - Endama MED-Der’ê Dîlan Guvenç diyar kir ku bêyî ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, pirsgirêka ziman çareser nabe û di çarçoveya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de daxwaza statuya zimanê fermî, perwerdehiya bi zimanê dayikê û rêziknameyên qanûnî kir. Her wiha teqez kir ku di pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de gavên berbiçav hêvî dikin.
Bi salan e ku li hember gelê Kurd û zimanê Kurdî polîtîkayên bişaftinê tên meşandin, her sal ev êrîş û zext her ku diçe zêde dibe. Bi vê yekê re, pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku destpêkir, nirxandinên ku bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî tên kirin, careke din pirsgirêka ziman xistiye navenda nîqaşên çareseriyê. Di nîqaşên ku tên kirin de tê gotin ku di vê pêvajoyê de û zagonên bên derxistin de ji bo statuya zimanê kurdî jî divê gav bên avêtin.
Endama MED-Der’ê ya Amedê Dîlan Guvenç têkildarî mijarê de axivî.
Dîlan Guvenç anî ziman ku ew bi dirûşmeya “statuya kurdî û hem jî perwerdehiya bi Kurdî” deklerasyona bernameyên xwe dane û got ku ew ê di vê çarçoveyê de xebatên xwe bimeşînin. Dîlan Guvenç bi lêv kir ku armanca wan hişmendiya zimanê Kurdî, parastina zimanê Kurdî, pêşvebirina zimanê Kurdî ye. Dîlan Guvenç diyar ku heta ku statuya zimanê Kurdî çênebe pirsgirêka ziman jî dê çareser nebe û wiha domand, “Ger ku statuya me neyê naskirin em wekî neteweya kurd, em ê di nav neteweyek din de bihelin. Ji bo vê yekê jî li dijî helandinê, li dijî tunenehesibandina zimanê Kurdî, em dixwazin ku zimanê me li her qadê bê jiyîn û em kar û xebatên xwe bi zimanê xwe bidin meşandin.”
‘Ji bo ziman makezagonan lazim e’
Dîlan Guvenç bi lêv kir ku bi minasebeta 15’ê Gulanê ew ê îsal gelek xebatan bimeşînin û wiha axivî, “Di van çalakiyan de jî armanca me ew e ku em hişmendiyekê çêbikin û di heman demê de statuya zimanê Kurdî di vê pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' de jî em mîsoger bikin. Di hêla zagon û makezagonên li Tirkiyeyê de divê guhertin pêk werin da ku em bikaribin kar û barên xwe bikin û polîtîkayên xwe bidin avakirin. Ji bo vê yekê 15’ê Gulanê ji bo me gelek girîng e. Her netewek bi zimanê xwe heye, bi çanda xwe heye, bi wêjeya xwe heye, bi dîroka xwe heye. Ji bo vê yekê jî em bang dikin ku zimanê me bibe zimanê fermî.”
Banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' û ziman
Dîlan Guvenç bal kişand ser pêvajoya ku li ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ku hatiye avakirin, li ser mafê kurdan, mafê hebûn û tunebûnê ye û wiha pê de çû, “Ji bo vê yekê jî ziman bingeha vê pirsgirêka kurd e ku bi salan e, bi sed salan e ev nehatiye çareserkirin. Em vê pêvajoyê gelek girîng dibînin û tiştê ku rengê xwe bide vê pêvajoyê jî li ser qebûlkirina zimanê Kurdî ye, li ser nasnameya Kurdî ye, li ser perwerdehiya bi Kurdî ye. Hem ji hêla avakirinê em xwe ava dikin û di heman demê de em dixwazin ku di vê pêvajoyê de mijareke sereke ya herî girîng jî li ser zimanê Kurdî ye. Îro dora 30 mîlyon kurd li Tirkiyeyê dijîn û li Kurdistanê li ser axa xwe, dixwazin xwe bi rê ve bibin, bi zimanê xwe bi rê ve bibin, bi çanda xwe, bi nasnameya xwe xwe bi rê ve bibin.”
‘Hîn gav nehatiye avêtin’
Dîlan Guvenç da xuyakirin ku ew li ser xaka Kurdistanê dixwazin zimanê Kurdî bibe fermî û di her astê de bê qebûlkirin. Dîlan Guvenç destnîşan kir ku pêvajoya ku destpê kiriye di çarçoveya ziman de gelek girîng e û wiha domand, “Em dizanin ku ev sed sal in bişaftin hatiye kirin, edî helandin destpê kiriye. Bi rêya teknolojiyê, bi rêya amûrên ragihandinê gelek polîtîka hatine meşandin, di encamê de jî helandinek pir mezin destpê kiriye. Ji bo vê yekê em pêşiya helandinê divê bigrin. Di vê pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' de her sazî û dezgeh, partî divê stratejî û polîtîkaya xwe ya zimanê Kurdî ava bikin û li ser vê xebatên xwe bikin. Di vê pêvajoyê de jî komîsyonek hat avakirin. Di vê komîsyonê de jî gelek nîqaş çêbûn. Wek qada ziman jî me polîtîkaya xwe ya derbarê ziman de me pêşkêşî komîsyonê kir. Lê di encamê de hîna gav nehatine avêtin, bi tu awayî.”
‘Gavên ji dil biavêjin’
Dîlan Guvenç di dawiya axaftina xwe de wiha got, “Ji bo vê yekê em li bendê ne ku jidilbûna vê pêvajoyê were nîşandan, ev jî gavavêtin e. Gavavêtinek şênber, hiqûqî û zagonî ye. Divê dewleta Tirk vêya qebûl bike û di zagonên xwe de guhertinekê çêbike ku em ji vê pêvajoyê jî bawer bikin. Peyama me ya herî dawî; divê em her qada xwe bikin Kurdî, her malên xwe bikin Kurdî. Ji bo vê yekê jî ji biçûkatiyê heta her temenî em bikaribin zimanê xwe bidin jiyîn. Ya herî sereke jî em dibêjin ku em bi zimanê xwe bixwînin, bi zimanê xwe hîn bibin, bi zimanê xwe binivîsin, bi zimanê xwe fêr bibin. Bi vê daxwazê em Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.”







