Tulay Hatimogûllari: Maseya li Îmraliyê encama vê têkoşînê ye
- 13:18 24 Tebax 2026
- Rojane
WAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari di şîna şehîdên Tevgera Azadiyê de axivî û diyar kir ku her canê ketiye bin axê, têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd gihandiye îro û wiha got: “Heke li Îmraliyê maseyek hatibe danîn, bizanibin ku di serî de canên îro ketine xakê, dayikên aştiyê û têkoşîna rêxistinkirî ya civakê ev pêvajo gihandiye roja me.”
Şîna şehîdên endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku li navçeya Artemêtan a Wanê hatiye danîn, bi serdanên girseyî û berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” didome. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari û heyeta pê re serdana şînê kirin û sersaxî ji malbatan re xwestin.
‘Êdî kes nikare Kurdan înkar bike’
Tulay Hatîmogûllari ku di serdana şîna şehîdan de axivî û da zanîn ku vê hefteyê li Kurdistanê êşeke mezin heye û dilê her malbatê dişewite. Tulah Hatimogûllari diyar kir ku wek civak, wek gel dilê her kesî dişewite, lê hêvî pir mezin e û wiha got: “Îro her canê me yê ku ketiye xakê, têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd gihandiye îro. Îro her canê me yê ku ketiye xakê, wek neferekî têkoşîna şoreşgerî, welatparêzî û sosyalîst, wek neferekî têkoşîna gelê Kurd li xakê hêvî çand û hêvî mezin kir. Gelê Kurd êdî ne gelekî wisa ye ku tê înkarkirin, tune tê hesibandin û zimanê wî nayê dîtin. Bi têkoşîna canên ketine xakê, bi têkoşîna rêxistinkirî ya gelê me yê hêja û bi têkoşîna bi rûmet a ku gelê Kurd li çar parçeyan daye re, êdî kes nikare hebûna Kurd înkar bike û wê nikaribe bike jî.”
‘Abdullah Ocalan mohra xwe li dîrokê da’
Tulay Hatimogûllari da zanîn ku di 27ê Sibata 2025an de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga aştî û civaka demokratîk re mohra xwe li dîrokekê da û ev yek anî ziman: “Di vê yekê de para têkoşîna ku ev 50 sal in dewam dike pir mezin e. Heke li Îmraliyê maseyek hatibe danîn, bizanibin ku di serî de canên îro ketine xakê, dayikên aştiyê û têkoşîna rêxistinkirî ya civakê ev pêvajo gihandiye îro û sedema ku dewletê li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re diyalog û muzakereyek daye destpêkirin jî, berxwedana gel û mezinbûna têkoşînê ye. Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinan de ev tişt anî ziman ‘Êdî têkoşîna gelê Kurd ketiye qonaxeke nûjen. Çek dê bêdeng bibin, pevçûn dê bi dawî bibin, şer dê biqede û têkoşîna siyasî û hiqûqî dê xurttir bibe’. Di vî warî de pêvajoya ku di 27ê Sibatê de dest pê kir, hêviyeke mezin afirand.”
‘Pirsgirêka Kurd dê di zemîna siyasî û hiqûqî de bê nirxandin’
Tulay Hatimogûllari anî ziman ku wek encama van hemû bedêlên ku îro hatine dayîn, ew hêvî dikin û dixwazin ku li ser vê axê pirsgirêka Kurd êdî weke pirsgirêkeke “terorê” neyê binavkirin û wiha axivî: “Pirsgirêka Kurd dê di zemîna siyasî û hiqûqî de bê nirxandin û axaftin. Di qanûna çarçoveyê ya nû ya derketî de em hêvî dikin ku em vê têkoşînê di qada siyasî de hîn zêdetir mezin bikin; em bi hev re zimanê gelê Kurd, mafên çandî yên gelê Kurd û hemû nirxên ku gelê Kurd 100 sal in ji bo wan têdikoşe, bigihînin qonaxeke ku veguhere destkeftiyeke berbiçav û serkeftinê.”







