Li Stenbolê civîna gel: Abdullah Ocalan pêvajo anî ser maseyê

  • 21:14 16 Tebax 2026
  • Rojane
 
STENBOL – Di axaftinên ku di civîna gel de hatin kirin bal hat kişandin ser têkoşîna  gele Kurd a 52 saln û hat diyarkirin ku Meclisa hata nika kurd tune dikirin lê îro gelê Kurd nas dike ü serokatî pêvajo anî ser maseyê.
 
 Tevgera Jinen Azad (TJA) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku Xizmên xwe Winda Kirine ya Anatoliyayê (ANKA-DER) Komeleya Çand û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Stenbolê (TUHAY-DER) derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li navçeyên Sancaktepe û Kagitxaneyê civîn li dar xist. Malbatên şehîdan, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û gelek welatî tevli civînan bûn. Li Kagitxaneyê civîn li Eywana Dawetê ya Labellayê hate lidarxistin.
 
Beriya ku bernameyê girseyê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz girtin. Di rêzgirtinê de girseyê dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berz kirin û sirûda ‘Çerxa şoreşê’ xwend.
 
Li ser navê TJA’yê Aksoy Aksû diyar kir ku 52 salan  zarokên gelê Kurd li ber xwe dan û got: “Zarokên vî gelî dewleta ku xwest gelê Kurd tune bike îro aniye ser masayê. Çawa ku em xwedî têkoşîna wan derketin ji niha şûnde jî em ê xwedî lı nirxê wan derkevin. Heta îro gelek serhildan çêbûn, lê tevahî serokê serhildanan hatin kuştin. Îro Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewlet aniye masayê.”
 
‘Li kolanê ji kê  were pirsîn ew ê bibêjin Apo bi ser ket’
 
Nivîskar û rojnameger Haydar Ergul jî di civînê de axivî, anî ziman ku gelek kes hatin ji bo Kurdan bixapînin lê nekarîn û wiha got: “Serokatî tu car nehat xapandin. Em bi Serok re girêdayî ne. Duh salvegera Pengava 15’ê Tebaxê bû, cejn bû. Gava yekemîn hate avêtin û meşê dest pê kir. Meşa yekemîn gelek zelal bû. Îro li tevahî cîhanê Kurd tên naskirin. Meclîsa ku dixwest Kurdan tune bike îro gelê Kurd nas dike. Ev gaveke, lê divê em bizanin li gorî 50 salan gaveke mezin e. Berî 27 salan cezayê îdamê dan Serok lê îro Serok pêvajoy aniye ser masayê. Divê bi taybet em beriya 27 Sibatê û piştî 27’ê Sibatê bizanin. Ez lı bendê me ku di rojên pêş de Serok li Îmraliyê tevli civîna çapemeniyê bibe. Qanûna hate derxistin destpêk e lê em dizanin ku kêmasî hene. Lê ev qanûn naskirina Kurdan e. Li kolanê ji kê werê pirsin ew ê bibêjin Apo bi serket. Serok pêşiya me vekir. Gerîla werin li Colemêrg û Amedê bimeşin ev serkeftin e. Lê rojeke Serok Apo dê were  Amed û Rihayê.”
 
Piştî axaftinan  civîn bi dawî bû.