Li Çemê Dîcleyê botek noqi avê bû jinekê jiyana xwe ji dest da

  • 19:21 16 Tebax 2026
  • Rojane
 
ŞIRNEX – Ji çar jinên ku piştî bota wan noqi ava Çemê Dîcleyê  bû Yeşîm Îzer jiyana xwe jı dest da.
 
Yeşim İzer a 22 salî, piştî ku bota tê de bû li nêzîkî qada seyranê ya Qesra Elo Dino a li ser rêya navçeya Basa a Şirnexê  di nav Çemê Dîcleyê de noqî avê bû, jiyana xwe ji dest da.
 
 Li gorî agahiyan, bota ku e çar jin tê de bûn, dema diçû, bi sedemeke nediyar di nav Çemê Dîcleyê de noqî avê bû. Her çar jin ketin nav avê. Sê ji wan jinan bi saya destwerdana welatiyên li derdorê ji avê hatin rizgarkirin. Lê Yeşîm Îzer jiyana xwe ji dest da.
 
Cenazeyê Yeşîm Îzer ji bo otopsiye rakirin nexweşxaneyê.