Hevpîşeyên Ayfer Serçe mîrateya wê didomînin
- 09:05 19 Tîrmeh 2026
- Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Di ser qetilkirina Ayfer Serçe de 20 sal derbas bû û hevpîşeyên Ayfer Serçe mîrateya wê didomînin.
Rojnameger Ayfer Serçe bi navê din Şîlan Aras, ji bo lêkolînkirina qetilkirinê jinan çû Îranê û di navbera dîrokên 19-23’yê Tîrmeha 2006’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin.
Ayfer Serçe di 1974’an de li Wêranşara Rihayê tê dinê. Di salên xwe yên lîseyê de di radyoya Karacadagê de dixebite. Piştre ji bo dersxanê diçe Edene û Mersînê. Li vir zanîngehê qezenç dike û di pêvajoya dersxaneyê de dibistaneke bilind ya du salan qezenc dike û ji bo qeydê diçe li cihê xwe, lê dibîne ku ew cih ne li gorî wê ye û dest jê berdide û vedigere. Piştre jî li Zanîngeha Çukurovayê beşa pargîdaniyê tercih dike û li vir du salan dixwine. Di sala 1998’an de têkoşîna jinên kurd nas dike û bi awayekî çalak di nav xebatan de cih digire.
Dema di xebatên jinan de cih digire di salên 2000’î de jî dest bi xebatên ragihandinê dike. Di sala 2000'î de Ajansan Nûçeyan a Mezopotamyayê (MHA) de dest bi xebatan dike. Piştî ku ajansa MHA'yê di sala 2005’an de tê girtin di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de dest bi xebatê dike. Vê demê Ayfer Serçe nûçegîhaniya Ermenîstanê kir. 3 salan li vir xebitî û piştre jî derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bû.
Ayfer Serçe bi salan li Ermenîstanê li ser çand, kurd û jinan xebatan dimeşîne. Lê hîna gelek lêkolînên wê nehatine weşandin. Di lêkolînek xwe ya der barê jinên kurd de vê nirxandinê dike: “Di lêgerîna jiyanê ya rast ya li van bajaran de jiyana bi sedhezaran jinên kurd zelal tê dîtin. Em her tim bi flaşên wênekeşiya xwe berê xwe didin hezkirina di kurahiya dilê wan de. Ji bo jinê, azadî gelo bayê ku tê û diçe ye? Bêguman na...
Li gorî gelan kevneşopî hene. Ev kevneşopî bi salane hene. Li hinek cihan bê bandor maye. Lê hîna jî ji ser van kevneşopiyan li ser jinan zext û zordarî hene. Ferzkirin hene. Pirsgirêka aborî heye. Tenên zarokên keç navbrea 14 û 18’an de ye. Yên 18 derbas kiribûn wekê ku di malê de maye tê binavkirin.”
Ayfer Serçe di salên rojnamegeriyê de hewl dide bi nûçe û lêkolînên xwe dengê jinan bide bihistin. Beriya bê qetilkirin, bi Xeyal ku 26 salan li başûrê Kurdistanê pêşmergetî kiribû hevpeyvîn kir û Ayferê di vê hevpeyvînê de şerê li hember Gelê Kurd ku bi salane tê meşandin bi van gotinan anîbû ziman: “Li van deran gelek zarokên hatine dinê wek şervan tên mezinkirin û dimirin. Li her çar parçeyê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê jî zarok bi çekan tên mezinkirin û hemû jiyana xwe li ser pêşmergetiyê xeyal dike. Ji ber pêşmergetî deriyê nan yê her kesiye. Neçar dimînin ji bo jiyana xwe bidomînin pêşmergetiyê bikin.”
Tevî ku ji ser qetilkirina Ayfer Serçe ya ji aliyê rejîma Îranê ve 20 sal derbas bûye jî hîn derbarê cenazeyê de tu agahî nehatiye bidestxistin. Tevî hewldana malbatê, çapemeniya azad û parêzvanên mafên mirovan dîsa jî rejîma Îranê cenazeyê Şîlanê neda.
Fikrê Ayfer Serçe yê ku bila ajanseke aîdî jinan hebe pêk hat. Di 8'ê Adara 2012'yan de Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) hat avakirin. Kevneşopiya çapemeniya azad îro bi JIN NEWS, JIN TV, NEWAYA JIN û Nû Jinhayê didome. Jin bi mîrateya ji Ayfer Serçe girtine li ber xwe didin.







