Di komkujiya Pirsûsê de kiryar nehatin darizandin
- 09:03 19 Tîrmeh 2026
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat da zanîn ku ev 11 sale ji bo 33 Rêwiyên Xeyalê bê navber têkoşîna edaletê dimeşînin û da zanîn ku yên ji êrişê berpirs nehatine darizandin, êrişên li hember ciwan û Rojava jî didomin.
Ciwanên SGDF’î ku bi dirûşmeya "Me bi hev re parast, em bi hev re ava dikin" kampanya dan destpêkirin, pêlîstok, pirtûk û gelek alavên hewcedariyê kom kirin û xwestin bibin Kobanê. Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de ber bi Pirûsê ve ketin rê. Bi dehan ciwanên li ber Navenda Çand û Hunerê ya Amara hatin gel hev, di dema ku daxuyanî didan de, DAIŞ’ê êrîşa bombeya zindî pêk anî. Di êrîşê de 33 Rêwiyên Xeyalê jiyana xwe ji dest dan, ji 100’î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Yên jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşê de Hatîce Ezgî Sadet, Nartan Kiliç, Nazegul Boyraz, Ferdane Kiliç, Aydan Ezgî Salci, Nazli Akyurek, Ece Dînç, Buşra Mete, Duygu Tuna, Polen Unlu, Nuray Koçan, Vatan Budak, Mert Comert, Koray Çapoglu, Cebraîl Gunebakan, Ugur Ozkan, Veysel Ozdemîr, Kasim Deprem, Alper Sapan, Cemîl Yildiz, Okan Pîrînç, Yunus Emre Şen, Çagdaş Aydin, Alîcan Vural, Osman Çîçek, Mucahît Erol, Medalî Barutçu, Serhat Devrîm, Emrullah Akhamur, Murat Yurtgul, Erdal Bozkurt, Îsmet Şeker, Suleyman Aksu hatin qetilkirin.
Têkoşîn didome
Ji wê rojê heta niha li Kurdistan û Tirkiyeyê 20’ê her mehê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan çalakî hatin lidarxistin. 11 salan xizm û malbatan, rêxistinên ciwanan yên sosyalîst, têkoşîna xwe meşandin.
Li Stenbolê Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê û rêxistinên ciwanan bi dirûşmeya "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet" hatin gel hev û tevî hemû zextan dest ji lêgerîna edaletê bernedan.
Însiyatîfa Malbatê Pirsûsê, her meh li Kadikoya Stenbolê li Kolana Halîtaga çalakiyê pêk tînin. 11’emîn salvegera komkujiyê nêz dibe û wê çalakiya 132’yemîn hefteyê pêk bê.
Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) Berfîn Polat bi wesîleya 11’emîn salvegera komkujiyê axivî.
‘Êrîş bi piştgiriya dewletê pêk hat’
Berfîn Polat da zanîn ku ji bo komkujiya Pirsûsê bi salane têkoşîna edaletê dimeşînin û wiha anî ziman: “Şoreşa Rojava şîn dibû. Li Tirkiyeyê serhildana Geziyê rû dida. Ji ber vê jî em bi fikra ku zarokên Geziyê û şoreşên serhildanê, şoreşê bînin gel hev derketin vê rê. Piştî Kobanê azad bû, bajarekî ku bibû kavil hebû. Li pêş me peywireke şoreşgerî hebû. Kobanê cihekî ku me diparast bû. Me got em ji nû ve avabikin û em ketin rê. Êrişa çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewlet û mîtê pêk hat.”
‘Êrîş didomin’
Berfîn Polat destnîşan kir ku ji roja komkujî pêk hatiye heta niha hem li Tirkiye hem li Kurdistanê qonaxek nû destpêkiriye û wiha domand: “11 sale em têkonek tê meşandin. Ev ne tenê têkoşîn, teşeyê rêxistibûnê ye. Êrîşê li hember Rojava, Kobanê hîna didomin. Kobanê hîna di bin tehdîdê de ye. Li xwendekaran lêpirsîn tên vekirin, tabeleyên Kurdî tên guhertin. Ji ber vê banga Pirsûsê îro destkeftiyên şoreşê diparêze. Em jî wek her sal banga Pirsûsê vedibêjin. 11 sale em li dadgehan dibêjin berpirsên komkujiyê li kampên Tirkiyeyê dijîn. Me got divê ev bên radestkirin. Lê daxwazên me nedihatin qebûlkirin.”
Divê berpirs bên darizandin
Berfîn Polat destnîşan kir ku ev 11 sale li dijî êrîşê têkoşîneke bênavber dimeşînin û wiha anî ziman: “Bi salan em dibêjin divê hesabê komkujiyê bê dayîn û hewcedariya têkoşîna edaletê vegot. Edaleta ji bo Pirûsê ji bo hemû kesiye. Divê berpirsên komkujiyê yên organîze kirine, yên talîmat dane hemû bên darizandin. Em ê di 20’ê Tîrmehê de li Baxçeyê Amarayê, li Amarayê û li Qada Halît Aga hevalên xwe yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin. Em banga mezinkirina têkoşîna edaletê dikin.”







