Êrişên li hember Başûr û Rojhilat hat şermezarkirin
- 13:10 18 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk êrişên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku li dijî van polîtîkayên qirkirin û darvekirinê, xweparastina herî bi bandor yekîtiya neteweyî ye.
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, bi daxuyaniyekê bal kişand ser polîtîkayên zext, girtin, darvekirin û êrişên Komara Îslamî ya Îranê yên li dijî gelê Kurd.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îran di her serdemê de dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan domandiye û di nava 5 mehên dawî de bi nêzî hezar dron û mûşekan êriş biriye ser Başûrê Kurdistanê. Her wiha hat destnîşankirin ku di êrişên dawî yên li ser kampên Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de 9 pêşmerge jiyana xwe ji dest da û li hemberî van xetereyan yekîtiya neteweyî ya her 6 partiyên Kurd ên li Rojhilat pir girîng e.
Daxuyaniya Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi vî rengî ye:
“Komara Îslamî ya Îranê bi dehan salan e li Rojhilatê Kurdistanê polîtîkayên tepeserkirin, desteserkirin û darvekirinê dimeşîne. Zext û zordariya li ser gelê Kurd a li Îranê ne konjonkturel e û tenê bi rejîman ve ne girêdayî ye. Lewra di serdema şah de jî, di serdema meleyan de jî êrîşên hovane her tim berdewam kirine. Heta ku dewleta Îranê di van rojên ku êrîşên Devletên Yekbûyî yên Amerîkayê / Îsraîlê didomin de jî dest ji dijminatiya gelê Kurd bernade.
Ji destpêka şerê Îran û DYA / Îsraîlê heta roja îro, bi dehan girtîyên siyasî hatin darvekirin û li metirsiya li ser Rojhilatê Kurdistanê roj bi roj mezintir dibe. Her wiha dewleta Îranê dixwaze aramiya Başûrê Kurdistanê jî têk bibe. Bi vê armancê, di nava 5 mehên dawî de bi nêzî hezar dron û mûşekan êrîş birin ser Başûrê Kurdistanê û bi dehan kes hatin qetilkirin. Tenê di nava çend rojên dawî de Silêmanî û Hewlêr dîsa hedef hat girtin û êrîşên dijwar li ser kampên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê pêk hatin.
Herî dawî dewleta Îranê bi mûşekan êrîşî kampên Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê kir. Di encama van êrîşan de 9 pêşmergeyên Komeleyê şehîd ketin. Her çiqas derbarê şerê Îran û DYA / Îsraîlê de helwesta partiyên Kurd ên li Îranê zelal be jî, motîvasyona dijminatiya Kurdan a dewleta Îranê bi awayekî xurttir didome. Lewma di pêvajoya şer de jî tu car dev ji êrîşên li ser gelê Kurd berneda. Li gorî hin îdiayan, dewleta Îranê ji bo êrîşeke tund a li ser hêzên Kurd çekên giran vediguhêze li Rojhilatê Kurdistanê.
Di vê pêvajoya xeter e de xweparastina herî bi bandor bêguman yekîtiya neteweyî ya Kurd e. Ji ber vê ye ku yekîtiya 6 partiyên Kurd a li Rojhilat hem ewlehiya gel mîsoger dike hem jî hêviya azadiyê mezintir dike. Em wekî Kurdên Bakurê Kurdistanê bi yekîtiya ku li Rojhilat pêk hatiye kêfxweş in û bi biryara wan a têkoşîna hevpar şanaz in. Hêviya me ew e ku bi yekîtiyeke demokratîk; yek helwest, yek raman û yek gotin were avakirin da ku cîhan bizanibe gelê Kurd û Kurdistanê çi dixwaze. Em jî di çarçoveya yekîtiya neteweyî de piştevaniya xwe bi xwişk û birayên xwe yên Rojhilat û Başûr re parve dikin. Em êrîşên dewleta Îranê yên li ser axa Kurdistanê bi tundî şermezar dikin û sersaxiyê ji bo malbatên 9 şehîdên Kurdistanê û Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê dixwazin.”







