ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2026'AN

  • 09:00 18 Tîrmeh 2026
  • Rojev
 
*Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêşxistin, di nava salan de bû şoreşa azadiya jinan û gelan. Şoreşa Rojava bi têkoşîn, fedakarî û îradeya jinan destkeftiyên girîng di warê siyasî, civakakî û ewlehiyê de afirand. Her çend îro bi gelek astengiyan re rû bi rû ye jî lê, bi heman fikir û felsefeyê dewam dike û têkoşîna parastin û destkeftiyan domdar e. DÎMEN HEYE
 
* Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Altin Guneş derbarê "Qanûna zarokan" de axivî û got: “Qanûnê li dijî zarokan şer daye destpêkirin. Em bi têkoşînê dikarin pêşî li vî şerê topyekun yê li hember zarokan hatiye destpêkirin bigirin.” BI DÎMEN 
 
*Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk", bendewariyên derbarê avakirina zemîneke hiqûqî didomin. Jinên Botanê diyar kirin ku divê demildest sererastkirinên qanûnî bên kirin. BI DÎMEN