'Li girtîgehan 2 hezar 629 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin'
- 16:46 13 Tîrmeh 2026
- Rojane
ÊLIH - Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê li Êlihê rapora binpêkirinên mafên girtiyan ên di sala 2025'an de ku pêk hatine bi civînek çapemeniyê eşkere kir. ÎHD'ê da zanîn ku li girtîgehan 2 hezar 629 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin û got: “Divê dawî li sepandina kêfî yên lêpirsînên dîsîplînê û cezayên dîsîplînê bê anîn.”
Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) derbarê rapora binpêkirinên mafên girtiyan ên di sala 2025an de pêk hatine li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê ÎHD'ê yê Giştî Cîhan Aydin û endam û rêveberên ÎHD'a Êlih, Amed û Îzmîrê amade bûn. Hevberdevka Komîsyona Girtîhan a Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Nazli Tûrhan metna daxuyaniyê xwend.
Nazli Tûran di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Rêveberiya Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê, der barê girtiyên ku li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin de daneyên birêkûpêk û zelal parve nake û wiha axivî: “Li gorî agahiyên fermî yên ku di girtename yên civîna Meclisê ya 6'ê Gulana 2026'an de cih girtine; di sala 2025'an de li girtîgehan 792 jê mehkûmkirî, 77 jê girtî, bi giştî 869 girtî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. 132 girtî jî di pêvajoyên qeza an destûrê de jiyana xwe ji dest dane ku bi giştî 1001 girtî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha ji aliyê meqamên fermî ve daxuyaniyên ku hatine dayîn di navbera 1'ê Çileyê û 6'ê Gulana 2026'an de 26 girtiyan xwe kuştiye û ji van 14 girtî jî dermanên psîkiyatrîk bi kar dianîn. Wekî ÎHD'ê di encama xebatên şopandinê yên ku me meşandine de, di sala 2025'an de agahiyên tenê 62 girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane gihiştine ber destên me. Ev hejmara ku komeleya me karibûye tespît bike, tenê beramberî ji sedî 6 ên daneyên fermî ne. Ev ferqa mezin a di navberê de, kêmasiya kêm zelaliyê û asteng kirina herikîna daneyan bi eşkereyî nîşan dide.”
Nazli Tûran di berdewamê de diyar kir ku bi navê bêparbûna aboriyê ku hêleke din a kronîkbûyî ya li girtîgehan e, di sala 2025'an de bi giştî 2 hezar 619 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin û ev yek got: “Ev binpêkirin, di warê bihayên tiştên kantînê de gelek zehmetiyan dide girtiyan. Her wiha ji ber sedemên aborî dabînnekirina hewcedariyên weke xwarin û wekî alavên hîjyenê û ceyranê de zêde bûne. Binpêkirinên li ser gihiştina dadweriyê û garantiyên hiqûqî yên girtiyan di sala 2025'an de jî berdewam kirine. Di nava salê de mafê dadgehkirina adil de 115, der barê astengkirina mafê daxwaznameyê de jî herî kêm 283 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin. Hewldanên girtiyan ên ji bo lêgerîna mafan, bi destê mekanîzmayên îdarî û darazî hatine zehmetkirin. Nepeniya parastinê hatiye binpêkirin û hevdîtinên bi parêzeran re hatine qeydkirin. Sînordarkirina gihiştina belgeyên dadgehkirinê, veşartina aqûbeta daxwaznameyên ku ji îdareyê re hatine pêşkêşkirin, bê bersiv hatine hiştin û derbarê girtiyan lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin. Di heman demê de li dijî binpêkirinên mafan serlêdan tên kirin, rêyên parastina hiqûqî yên girtiyan bi awayekî fiîlî tên binpêkirin.”
Nazli Tûran bi lêv kir ku agahdarnekirina girtiyan a beriya sewqê, neqlên ji nişka ve û kêfî kêm radestkirina tiştên şexsî û pêvajoyên dermankirinê yên girtiyên nexweş asteng dikin û got ku ev nêzîkatî gelek caran diqewimin û got: “Redkirina daxwazên neqlê yên girtiyên ku ji malbatên xwe bi sedan kîlometre hatine dûrxistin ji girtîgehan re hatine şandin. Ev tişt jiyana malbatê zehmet dike û mafê girtiyan bin pê dike û barên giran ên aboriyê li ser malbatan ava kiriye. Di nava sala 2025an de, derbarê rejîma tecrîd û îzolasyona giran a ku li Girtîgehên Ewlehiya Bilind a Tîpa Y, Tîpa S û Tîpa R yê de ku di nav gel de wekî ‘girtîgehên bi tîpa bîrê’ tên binavkirin, gelek serlêdan gihîştine komeleya me. Girtîgehên navborî, li ser bingeha hucreyên yekkesî û sêkesî, wekî mekanên bi mîmariya bilind a rast û girtî hatine sêwirandin, derfeta dîtina derve û temasa bi axê, xwezayê û mirovan re nadin. Ji ber şert û mercên tecrîda giran a li girtîgehan 2 girtiyên mêr ketine rojiya mirinê. Girtiyekî mêr jî bi daxwaza mafê dadgehkirina adil ketiye greva birçîbûnê. Derbarê binpêkirinên mafan ên ku di pêvajoyên çalakiyê de hatine kirin de bi giştî 68 binpêkirin derbasî qeydan bûne. Derbarê kêm dayîn an jî nedayîna xurekên jiyanî yên wekî vîtamîna B1, xwê, şekir û ava fêkiyan de 22 binpêkirin, der barê destpêkirina lêpirsînên dîsîplînê de 23 binpêkirin û der barê sewqkirina nehiquqî ya ji girtîgehên vekirî ber bi girtîgehên girtî ve jî 23 binpêkirin hatine tespîtkirin.”
Nazli Tûran daxwazên xwe yên li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan wiha rêz kirin:
* Li girtîgehan divê dawî li îşkenceyê û muameleya xerab bê anîn. Li ser berpirsiyaran lêpirsîn bên destpêkirin û dawî li polîtîkayên bêcezakirinê bê anîn.
* Divê tavilê dawî li lêgerîna tazî, jimartina li ser piyan, binpêkirinên nepeniyê yên bi kamerayan û hemû sepanên lêgerîn û ewlehiyê yên ku rûmeta mirovan binpê dike bê anîn.
* Divê mafê jiyan û tenduristiyê yê girtiyan bê parastin. Gihîştina girtiyên nexweş a ji bo dermankirinê bê dabînkirin û înfaza yên ku dermankirina wan di şertên girtîgehê de ne pêkan e, divê bê taloqkirin.
* Li girtîgehan divê xizmeteke tenduristiyê ya bi kalite û serbixwe bê pêşkêşkirin, muayeneya bi kelepçe û sepanên sewqê yên li dijî rûmeta mirovan bên rakirin.
* Divê dawî li sepanên tecrîd û îzolasyona giran bê anîn. Girtîgehên Ewlehiya Bilind, ên Tîpa S û Tîpa R ku li ser bingeha tecrîdê ne bên girtin û şertên înfazê yên li gorî rûmeta mirovan bên dabînkirin.
* Divê Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê yên ku xwe datînin şûna dadgehan û bi awayekî kêfî rê li ber berdana girtiyan digirin bên rakirin. Rejîma înfazê li gorî prensîbên ewlehiya hiqûqî û diyarîbûnê ji nû ve bê birêkûpêk kirin.
* Divê dawî li sepandina kêfî yên lêpirsînên dîsîplînê û cezayên dîsîplînê bê anîn. Ev mekanîzma divê ji amûrbûna sînordarkirina mafên bingehîn ên girtiyan û astengkirina lêgerîna mafan bê derxistin.
* Divê dawî li sepanên sewqê yên ku wekî sirgûnê ne bê anîn, daxwazên girtiyan ên ji bo sewqkirina girtîgehên nêzî malbatên wan bên qebûlkirin.
* Divê hemû astengiyên li pêşiya bikaranîna mafên girtiyan ên wekî dadgehkirina adil, parastin û serlêdanan bên rakirin. Û mafên hevdîtina bi parêzerên wan re ku li gorî prensîba nepeniyê ye bê parastin.
* Divê dawî li sînordarkirinên kêfî û kotayên pirtûkan bê anîn ku li ser mafên girtiyan ên wekî ragihandin, xweîfadekirin, perwerde, ragihandina bi zimanê dayikê û gihiştina agahiyê tên sepandin.
* Divê dawî li sepanên cudaxwaz ên li dijî girtiyan bê anîn, bêyî ku ji ber ziman, nasname, zayend, nasnameya zayendî, meyla zayendî, nêrîna siyasî, netewe an jî ji ber sedemek din cudahî bê kirin. Divê bê mîsoger kirin ku hemû girtî bi wekhevî ji mafan sûd wergirin.
* Divê bê dabînkirin ku girtiyên jin di şertên înfazê yên hestiyar ên li hemberî zayenda civakî de bên girtin. Gihîştina wan a belaş a ji bo hilberên hîjyenê, xizmetên tenduristiya zayendî û zayînê û hewcedariyên wan ên taybet ên serdema ducanî û dayikbûnê bi temamî bên dabînkirin. Li dijî cudaxwazî û tundiya li ser bingeha zayenda civakî parastineke çalak bê kirin.
* Divê girtiyên LGBTÎ+ li dijî cudaxwazî, muameleya xerab û tundiyê bi awayekî çalak bên parastin. Stargeha ewle, gihiştina xizmetên tenduristiyê û sûdwergirtina wekhev ji mafên din ên bingehîn bê misoger kirin.
* Divê girtîgehên zarokan bên girtin. Pergala dadweriya zarokan li gorî berjewendiya bilind a zarokan û prensîbên dadweriyê ji nû ve bê birêkûpêk kirin.
* Divê gihiştina çalak a girtiyên biyanî ji bo piştgiriya wergêr, alîkariya hiqûqî, xizmetên konsolosxaneyê û xizmetên tenduristiyê bê dabînkirin. Dawî li sepanên cudaxwaz ên li ser bingeha ziman û neteweyê bê anîn û sûdwergirtina wan a wekhev ji mafên bingehîn bê parastin.
* Divê gihiştina girtiyan a ji bo xwarineke baş, ava paqij, amûrên hîjyenê û hewcedariyên din ên bingehîn bê parastin. Bihayên kantînan bên kontrolkirin û dawî li bêparhiştina ji hewcedariyên bingehîn a ji ber sedemên aborî bê anîn.
* Divê li ser bûyerên mirin û xwekuştinê yên ku li girtîgehan pêk tên lêpirsîn bên destpêkirin. Raya giştî bi awayekî birêkûpêk û şefaf bê agahdarkirin.
* Girtîgeh divê ji bo kontrola birêkûpêk a mekanîzmayên pêşîlêgirtin û kontrolê yên neteweyî yên serbixwe, bêalî bên vekirin. Ev mekanîzma li gorî standartên Protokola Vegirtî ya Pêvek a Peymana Li Dijî Îşkence û Muameleya Cezayên Din ên Hovane rûmetê dişkînin.”







