Esnafên biçûk ji ber krîza aboriyê pirsgirêkan dijîn
- 09:02 13 Tîrmeh 2026
- Ked/Aborî
Bûşra Turan
WAN - Wekîla Serokê Odeya Esnafên Berber, Kuafur û Salonên Bedewbûnê Nejla Delen da zanîn ku krîza aborî bandorek mezin li ser esnafên biçûk dike û got ji ber kirêyên zêde esnaf nikarin debara xwe bikin.
Li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê li gorî daneyên fermî îstîhdama jinê heta ji sedî 31.4 şûnde ketiye û betaliya jinê jî ji sedî 37,7 e. Krîza aborî barê jinan her diçe giran dike.
Astengiyên li pêş nûneriya jinan û tevlibûna hêza kar didomin û di sala dawî de ev bandorek mezin li ser kargehên esnafên biçûk dike.
Esnafên biçûk hema hema nîvê qezenca xwe didin kirêyan û ji ber zêdebûna bihayan, esnaf hewl didin li ser piyan bimînin û têkoşînê didin.
Esnafa 18 salan
Wekîla Serokê Odeya Esnafên Berber, Kuafur û Salonên Bedewbûnê Nejla Delen der barê krîza aborî de axivî.
Nejla Delen ku 18 sal e dukana xwe dixebitîne da zanîn ku di temenê biçûk de dest bi pîşeya xwe kiriye û got: “Jin bi hewldanê dikarin li her derê serkeftî bin. Min ji temenê biçûk dest bi kar kir. Min xwe di vê qadê de pêş xist. Ez çûm Navenda Perwerda Şagirtiyê. Min belgeyên hostetiyê girtin. Piştre min 6 salan mamostetî kir. Min li Lîseya Pîşeyî ya Keçan dersên kuafuriyê dan. Li vê erdnîgariyê rewşa jinan zehmet e.”
Esnafên biçûk tên binpêkirin
Nejla Delen wiha got: “Ji krîza aborî esnafên biçûk pir bi bandor dibin. Kirê û lêçûn pir zêde ne.Hem jî kiryar kêm dibin. Li gorî salên borî hejmar pir ketiye. Berê karê me pir zêde bû. Niha esnaf di alî aborî de zehmetiyên mezin dikşînin. Nîvê qezenca me diçe kirê. Em nikarin ji bo xwe tu tiştekî bikin.”
‘Em çareseriyê dixwazin’
Nejla Delen wiha dawî lê anî: “Lêçûnên zêde û pirsgirêkên îstîhdamê esnafên biçûk di zorê de dihêlin. Em neçarin lêçûnên xwe kêm bikin. Me hejmara xebatkaran jî kêm kir. Divê dewlet ji kirê û fatureyan re çareseriyekê bibîne. Zêdebûna kirêyan, xerabûna aboriyê me dike fikaran.”







