Çarenûsa Somayeh Aghayarî nediyar e
- 14:35 12 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Jina ji bajarê Semîromê Somayeh Aghayarî, piştî serdegirtina mala xwe ji aliyê Îstîxbarata Pasdaran ve hat girtin û ev du meh in malbata wê tu agahiyeke zelal derbarê rewşa wê de bi dest nexistiye. Rayedarên dadwerî tu daxuyaniyek nedine.
Li bajarê Semîromê yê Îranê, hemwelatiya bi navê Somayeh Aghayarî di meha Nîsanê de, piştî serdegirtina mala wê ji aliyê hêzên Îstîxbarata Supaya Pasdaran ve hat binçavkirin. Ji dema girtina wê û heta niha, tu agahiyeke ji Somayeh Aghayarî nayê girtin.
Li gorî daxuyaniya çavkaniyeke agahdar, hêzên ewlehiyê di dema vê serdegirtinê de lêgerîneke hûrgulî di cihên cuda yên malê de kirine û dest danîne ser hinek tiştên wê yên kesane; di nav de telefona destan, kamera, miqdarek pere û hinek kelûmelên dîtir.
Piştî vê lêgerînê, Somayeh Aghayarî ji aliyê mamûrên ewlehiyê ve hat girtin û ew birin cihekî nediyar. Ji dema girtina wê û heta niha, tu agahiyên zelal derbarê cihê girtina wê, rewşa tenduristiyê, pêvajoya lêpirsînê û tohmetên muhtemel ên li ser wê nehatine belavkirin.
Bi keça xwe re telefoneke kurt axivî
Somayeh Aghayarî, dayîka keçeke 15 salî ye û li gel hevjînê xwe dikaneke firoşgeha xurekê (supermarket) ya malbatî bi rê ve dibe. Malbata wê diyar dike ku piştî girtinê, têkiliya wê bi xizmên wê re bi giranî hatiye sînordarkirin û tenê du caran bi riya telefonê axaftineke kurt bi keça xwe re kiriye. Ev pêwendî jî tenê piştî hewldanên berdewam ên dê û bavê wê û zexta wan li ser berpirsên dadwerî pêk hatiye.
Li gorî raporên hatine belavkirin, yek ji mijarên sereke yên di dema lêpirsîna Somayeh Aghayarî de, miqdara 120 milyon tuman dravê neqd bûye ku di dema serdegirtina malê de hatibû dîtin. Hatiye gotin ku lêkolerên dozê gelek caran li ser çavkaniya vî pereyî pirsiyar jê kirine. Di heman demê de Somayeh Aghayarî ragihandiye ku ev drav dahat û teserûfa malbatê ye ku ji keda wan a di supermarketê de hatiye berhevkirin û tu têkiliya wê bi tu mijareke din re nîn e.
Tu daxuyanî derbarê Somayeh de nîne
Tevî vê yekê jî, heta niha tu berpirsekî fermî an saziyeke dadwerî tu daxuyanî derbarê sedema rûdana vê mijarê, sernavê tohmetê an rewşa birêveçûna dosyayê nedaye. Di ser girtina wê re du meh derbas bûne û hê jî çarenûsa dosyaya wê di nava nezelaliyê de ye; malbata wê di nava fikar û bendewariyeke giran de li benda bersiveke zelal a berpirsan e derbarê rewşa vê hemwelatiya Semîromî de.







