Çîgdem Kiliçgun Uçar:Aştî bi vîna civakê tê avakirin

  • 19:01 9 Tîrmeh 2026
  • Rojane
MÛŞ - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li navçeya Kopê ya Mûşê tevli civîna gel bû û got ku divê jin, mêr û ciwan vê pêvajoyê bi destên xwe ava bikin û bi dest û wijdana tu kesî re bernedin.
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma “Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin” li navçeya Kopê ya Mûşê civîna gel li dar xistin. Civîn rastî eleqeyeke mezin hat û gelek welatî tevli bûn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz tevli civînê bûn.
 
‘Pirsgirêka Kurd bi sedsalan e nehatiye çareserkirin’
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar di civînê de destnîşan kir ku aştiya mayinde tenê bi vîna civakê tê avakirin û got: “Em ê di vê têkoşînê de alîkariya Birêz Ocalan bikin ku li ser maseya muzakereyê bi tenê ye. Jin, mêr û ciwan, em ê vê pêvajoyê bi destên xwe ava bikin û û bi dest û wijdana tu kesî re bernedin. Pirsgirêka Kurd bi dehsalan ji aliyê hişmendiya dewletê ve nehatiye çareserkirin û êdî dem hatiye ku têkoşîn li ser zemîna siyasî bimeşe. Her wiha divê nasname û zimanê Kurdî di qanûnan de bê naskirin.”
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar di axaftinê de behsa têkoşîna jinê ya li Rojava û her wiha darvekirina serokên Kurdan ên mîna Seyîd Riza kir. Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka Kurd ji bo Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn yekane rê ye.
 
Daxwaza welatiyan zimanê dayikê û aştî ye
 
Welatiyên ku beşdarî civînê bûn, daxwazên xwe anîn ziman û gotin ku ziman hebûna wan e û bêyî tirs li her derê bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Welatiyên ku bi Tirkî nizanin, banga aştiyê kirin da ku êdî hêsirên dayikan neyên rijandin û dewlet gavên berbiçav baveje.
 
‘Aştiya ku civak ne di nav de be nîvco ye’
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar di bersiva pirsên welatiyan de destnîşan kir ku girtina deriyên Îmraliyê bandorê li hemû girtîgehan dike û got: “Aştiya ku bêyî vîn û têkoşîna civakê pêk bê, aştiyeke nîvco ye. Divê berdêla çekberdanê hebe. Divê gerîlayên ku têkoşînê dimeşînin, vegerin welatê xwe û mafê siyaseta qanûnî bi dest bixin.”
 
Civîn piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.