Zeynep Kinacî li Kobanê û Dirbêsiyê hat bîranîn

  • 14:28 29 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star ji bo bîranîna Zîlan (Zeynep Kinacî) li bajarên Kobanê û Dirbêsiyê civîn li dar xistin.
 
Ji bo salvegera şehadeta Zîlan (Zeynep Kinacî) a 30’emîn, Kongra Star îro li bajarên Kobanê û Dirbêsiyê civînên cuda li dar xistin.
 
Bi dehan endamên rêxistinên jinan û nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn ku li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk a Kobanê pêk hat.
 
Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Konga Star Bakîra Sincar axivî û bal kişand ser têkoşîna Zîlan û rola wê di tevgera azadiya jinan de.
 
Di civînê de her wiha nameya ku Zîlan berî ku çalakiya xwe ya fedakariyê di 30`ê Hezîrana 1996`an de pêk bîne nivîsandibû, hate xwendin, piştre sînevîzyone li ser têkoşîna şehîd Zîlan hate pêşandan.
 
Li Dirbêsiyê jî civîn li Navenda Çand û Hunerê hate lidarxistin. Endama Kongra Star Emanî Ehmed axivî û behsa têkoşîna şehîd Zîlan, taybetmendiyên wê yên rêbertiyê û rola wê di xurtkirina têkoşîna jinan a ji bo azadî û rûmetê de kir.
 
Emanî Ehmed her wiha bal kişand ser girîngiya berdewamiya li ser rêya Zîlan û berdewamiya têkoşînê heta ku jin maf û azadiyên xwe bi dest bixin.
 
Civîn bi dirûşman bi dawî bû.