ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2026'AN
- 09:00 29 Hezîran 2026
- Rojev
*Li navçeyek Şirnexê derket holê ku di sala 2024’an de jinekê ji aliyê Midûrê Polîsan ê Navçeya Hezexê yê wê demê û Serkomîserê wê demê Cuneyt Akçay ve bi destdirêjiyê re rû bi rû maye. Derbarê lêpirsînê de hûrgiliyên balkêş derketin holê ku îfadeya kiryarekî piştî 6 mehan hatiye girtin û herdu kes tayînî cihên din hatine kirin.
*Jinên tevli hevdîtina gel a li Sîlopiyê bi dirûşmeya ‘em gotina aştiyê bi gel re ava dikin’ ya DBP’ê bûn diyar kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan. DÎMEN HEYE
*Fatma Bostan Unsal Konferansa Veguherîna Komarê ya Demokratîk nirxand û got sedema mexdûriyeta aliyên cuda yên civakê qelsiya demokratîkbûnê ye û got avakirina aştiyê ji demokratîkbûnê derbas dibe. DÎMEN HEYE
*Pispora Dîrokê ya Misirî û akademîsyen Sahar Hesen der barê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, de axivî û got serkeftina pêvajoyê wê ji bo hemû Rojhilata Navîn aştiyê bîne û got: “Divê muzakerevanên din jî biryarbûneke samîmî nîşan bidin.”
* Jinên tevli Konferansa Ziman a Kurdî bûn diyar kirin ku divê statuya ji boz iman bê nasîn û wiha gotin: “Gotina ‘tenê pewerde bi zimanê dayikê’ têr nake. Divê gavên bi bandor bên avêtin an jî wê wekê din tu wate tunebe.” BI DÎMEN







