Ayşegul Dogan: Ji Azadiya Abdullah Ocalan netirsin

  • 19:02 28 Hezîran 2026
  • Rojane
STENBOL - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di mîtînga li Qada Bagcilarê de axivî û diyar kir ku divê ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan netirsin û got: “Birêz Ocalan kedkarên mezin yê aştiyê ye. 27 sale ji bo aştî û azadiyê têdikoşe. Êdî bes e. Dema dema ku hinek tişt bi wêrekî bên axaftinê ye. Em vê derfetê ji dest bernedin.”
 
Mîtînga Azadiyê ya ya li Qada Bagcilar a Stenbolê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin bi axaftinan didome. Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan axivî.
 
‘Divê em nefret û dijminahiyê li pey xwe bihêlin’
 
Ayşegul Dogan girse silav kir û wiha got: “Ev welat welatekî pir ziman û pir baweriye. Bi salane daxwazeke me ya jiyaneke bi rûmet, wekhevî û azadiyê heye. Ji ber vê jî her axaftina me bi jiyanek nû û wekhe vdestpê dike. Ez berxwedana dayikên pêşengiya her çalakiyê dikin silav dikim. Çima bi dayikan destpê dikim, ji ber ew dizanin êş çiye.”
 
Ayşegul Dogan bi lêv kir ku ew tevli cenazeya lîstikvan Kadîr Înanir bûne û wiha domand: “Wî jî di dilê me de cihê xwe girt. Wî jî wekhevî, aştî dixwest. Ji bo aştiyê hewl da. Em êdî naxwazin kes bimire. Em dixwazin dijminahî û zimanê globalbûnê li pey xwe bihêlin.”
 
‘Ji azadiya Birêz Ocalan netirsin’
 
 
Ayşegul Dogan daxuyakirin ku divê ji azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan netirsin û got: “Divê hûn ji vê netirsin. Birêz Ocalan kedkarê mezin yê aştiyê ye. 27 salan bi tena serê xwe di zindanê de ji bo azadiya gelan  hewl da. Ew rêberê gel e. Ev heqîqete. Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin. Hewcedariya gelan aştiye. Ji bo vê aştiyê jî divê şert û mercên Birêz Ocalan bên başkirin. Ji bo aştiyeke mayînde divê her titş bê kirin. Em ji bo vê amade ne.”
 
‘Êdî bes e’
 
Ayşegul Dogan axaftina xw ewiha domand: “Em dikarin cudahiyên hev biparêzin û bijîn. Em dikarin pêşerojek wisa ava bikin. her kes dibêje hûn her tim behsa mijara Kurd dikin. Belê em her tim vê vedibêjin. Mijfteya demokrasiyê aştiye. Banga fêkirina Kurdan heman demê de fêmkirina Elewî, Rûm û Lazan e. em dibêjin çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd. Êdî bes e. Dem dema ku hinek tişt bi wêrekî bên axaftinê ye. Divê em vê derfetê ji dest bernadin.Birêz Ocalan gotibû ‘werin em Tirk, Kurd, Rûm û Ermenî bi hev re xurt bibin.’ Me got em ji bo vê amade ne. Em îro dîsa vê pirsê wek hewcedarî hîs dikin. Divê em hinek bifikirin.”
 
Piştî axaftina Ayşegul Dogan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Kadîr Înanir şandibû hate xwendin.
 
Paşê jî Hunermend Tara Mamedova derket ser dikê û stranên xwe got. Gel li ber stranan govend gerand.
 
 
‘Ji bo ku pêvajo bigihêje armanca xwe em li vir in’
 
Piştî konsera Tara Mamedova Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û destnîşan kir ku ew gelê ku ev qada tijê kirine silav dike û wiha axivî: “Îro em mitîngekê li dar dixin lê li aliyekê ve jî şînek heye. Hevalê me dostê Kurdan Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da. Em soz didin Gelê Behra Reş, gelê Tirkiyeyê ku em ê Komareke Demokratîk ava bikin. Me li çar bajaran Mitîngên Azadiyê li dar xistin. Îro gel nikarê debara xwe bikin sedema wê şer e. Ji bo şer bê rawestandin, girtiyên siyasî werin berdan û li vir bin, ji bo pêvajo bigihijê armanca xwe em li vir in. Me herdem got aştî. Îro ev qad gelek tişt dibêje, ev qad dengê çareseriyê ye. Hûn herdem xwedî li pêvajoye derketin û bi têkoşîna xwe we mesaya aştiyê saz kir.”
 
‘Êdî divê pêvajo neyê dirêjkirin û çareserî pêk bê’
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Tuncer Bakirhan anî ziman ku êdî Tirkiye bi înkarkirina gelê Kurd pêş nakevê û got: “Rêya derketina ji koasê demokrasî ye. Pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin demokrasî jî nayê. Divê êdî em dilrast bin û mafê Kurdan, Elewiyan û gelên din bidin. Îro behsa Qanûna Çarçove tê kirin. Divê tu kes neyê tune hesibandin. Herkes tev li qanûnan bibe. Êdî divê pêvajo neyê dirêjkirin û çareserî pêk bê. Qanûna Çarçove navê demokrasiyê ye, Qanûna Çarçove dê rêya demokrasiyê veke. Divê em di derxistina qanûnan de wêrek bin. Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê bi salan e têdikoşe. Birêz Abdullah Ocalan dibêje êdî bila tu kes jiyana xwe ji dest nede. Têkoşîna me ji nûve dest pê dike. Ji bo Tirkiyeyeke Demokratîk, fermîkirina zimanê Kurdî em ê bixebitin.
 
Di dawiyê de Koma Agirê Jiyan derket ser dikê û mitîng bi coş berdewam dike.