'Em aştiyeke demokratîk dixwazin'
- 09:03 29 Gulan 2026
- Rojane
Bêrîtan Tunç
ÎZMÎR - Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê Vezan Karabulut bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û tekez kir ku hikûmet di avêtina gavên berbiçav de ne serkeftî ye û got, "Jinan barê herî giran ê şer hilgirtin. Niha em aştiyek demokratîk dixwazin ku dengê jinan faktora bingehîn be."
Pêvajoya ku bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, bi biryara fesixkirin PKK'ê ya ku di Kongreya 12'emîn de û merasîma şewitandina çekan a di 11'ê Tîrmeha 2025'an de hate lidarxistin, ket qonaxek nû. Her çend nîqaşên siyasî û civakî dîsa zêde bûn jî, rexneyên li ser nebûna gavên berbiçav ên ku di meydanê de û di nav tevgera jinan a rêxistinkirî de hatine avêtin, berbiçav in. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê Vezan Karabulut, diyar kir ku pêvajo di serdemên cuda de hatiye nîqaşkirin û bal kişand ser têkçûna hikûmetê ya di avêtina gavên berbiçav û avakirina baweriyê de û tekez kir ku aştî bêyî rola damezrîner a jinan nayê avakirin.
Ji aliyekî din ve, Vezan Karabulut diyar kir ku yek ji daxwazên ku di nav mijarên ku di pêvajoyê de bi têra xwe nehatine nîqaşkirin de cih digirin, pirsgirêkên têkildarî tevgera rizgariya jinên Kurd e û tevgera rizgariya jinên Kurd jî dê bi pêşveçûna pêvajoyê re rû bi rû bimîne. Vezan Karabulut, bal kişand ser pêwîstiya nirxandinek cuda ya rewşa girtiyên jin û got, "Ji ber ku di şert û mercên şer de, jin di her warî de bêtir bandor dibin û zirarên girantir dibînin. Ev ji bo jinên di girtîgehê de û gerîlayên jin jî rast e. Ji ber vê yekê, di nav hêviyên me de bidawîkirina pergala qeyûman heye. Hevserok di girtîgehê de hene; ez behsa hevşaredaran jî dikim. Bê guman, heman rewş ji bo hemî girtiyên din jî derbas dibe. Lêbelê, em dibînin ku hin ji hevserokên jin tenê ji ber ku hevserok in têne darizandin. Jin hene ku di girtîgehê de ne an jî dozên wan bêyî tu sûcdariyek din berdewam dikin. Ev daxwaz berdewam dikin û em ji bo vê yekê xebata xwe didomînin. Bi taybetî girîng e ku jin beşdarî hewldanên aştiyê bibin. Niha, formên cûda yên rêxistinbûnê hene. Înîsiyatîfa Jinan a 'Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye' heye. Ger em bi taybetî li ser Îzmîrê biaxivin, Foruma Aştiyê heye. Her çend avahiyek tevlihev be jî, ew forûmek e ku jin tê de çalak in û bi taybetî bi BIV re xebata hevbeş dimeşînin. Înîsiyatîfa Meclîsa Jinan a HDK'ê jî heye. Niha, tevahiya rojeva me ev e, aştî û hemû karê me li ser vê eksenê pêş dikeve. Ji ber vê yekê, ez dixwazim bang li jinên ku hîn hay jê nînin bikim: Ger ew bi me re bibin beşek ji vê têkoşînê, ew dikare bêtir belav bibe û bigihîje bêtir kesan. Em dikarin hatina aştiyê hîn bi leztir bikin."
'Ji bo avakirina baweriyê ji aliyê hikûmetê ve tu gav nehatiye avêtin'
Vezan Karabulut da zanîn ji bo avakirina baweriyê ji aliyê hikûmetê ve tu gav nehatiye avêtin û wiha pê de çû:" "Her çend salek derbas bûbe jî, me ji dewletê, an jî ji hikûmetê, jestek herî piçûk jî nedîtiye ku bikaribe bersivê bide. Ji bo motîvekirina mirovan, an jî avakirina baweriyê ya di pêvajoyê de tu gav nehatiye avêtin. Berî her tiştî, divê hikûmet di derbarê vê mijarê de rêziknameyên qanûnî yên pêwîst amade bike. Divê bi taybetî di derbarê girtiyên nexweş de û bi taybetî, girtiyên jin ên nexweş de gav werin avêtin. Mînakî, girtiyên jin hene ku 34 sal in di girtîgehê de ne. 4 salên dawî bi bendewariyek mezin derbas bûne. Her çend 30 sal jixwe binpêkirinek cidî ya mafan e jî, salên ku di nezelaliyê de derbas bûne li vê yekê zêde dibin. Ev bi rastî nayê qebûlkirin."
‘Divê rewşa Abdullah Ocalan were zelalkirin’
Vezan Karabulut, bal kişand ser pêwîstiya zelalkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadkirina wî ya ji hêla fîzîkî ve, diyar kir ku pêşeroja Tevgera Azadiya Jinên Kurd ne diyar e û got, "Gelo jinên di nav tevgerê de dê beşdarî siyasetê bibin, an dê statuyek cûda were destnîşankirin? Divê çarçoveyek zelal di derbarê vê yekê de were damezrandin. Divê ew bizanin ku ew ê çawa bijîn û piştî danîna çekan dê pêşeroja wan çawa be. Mixabin, desthilatdariya sereke ku dikare di vî warî de gavan bavêje hikûmet e, ji ber vê yekê hêviya me ew e ku di zûtirîn demê de gavên berbiçav werin avêtin."








