Li Îranê zêdeyî milyonek zarok ji perwerdeyê bêpar man
- 16:54 27 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên ku ji aliyê Rêxistina Xêrxwaziyê ya Îranê eşkere kir, li welêt zêdeyî milyonek zarok ji perwerdeyê bêpar man.
Rêxistina Xêrxwaziyê ragihand ku zêdetirî milyonek xwendevan li Îranê ji perwerdeyê bêparin û di nav van de, du hezar û 808 zarokên ku di bin lênêrîna xizmetên civakî de ne.
Derbarê rewşa van zarokan de, rêxistinê diyar kir ku planek ji bo ji nû ve entegrekirina wan di pergala perwerdehiyê de di rê de ye.
Li Îranê di salên dawî de, dûrxistina zarokan ji perwerdeyê bûye yek ji pirsgirêkên herî giran di warê perwerdeyê de. Zehmetiyên aborî, hejarî, rewşa malbatî, nebûna derfetên perwerdeyê û hin pirsgirêkên civakî jî faktorên sereke ne ku rê li ber dewamiya xwendina zarokan digirin.
Mafê perwerdeyê yek ji mafên bingehîn ên zarokan tê hesibandin. Li gorî qanûnên neteweyî û hem jî li gorî erkên navneteweyî, ji misogerkirina mafê zarokan, dewlet ji ber gihaştina zarokan bo perwerdeyê berpirsiyarin.








