Karkera malê Sadegul Korkutan: Bila statuyê bidin karkerên malê

  • 09:04 27 Gulan 2026
  • Rojane
Devrîm Findik
 
STENBOL - Sadegul Korkutan ku 26 sal in wek Karkera Malê dixebite, da zanîn ku di pêvajoya xebitiye bi tu awayî sîgorteya wê nehatiye xebitandin û ji ber vê jî ewlehiya wan ya tendurisityê tuneye. Sadegul Korkutan ev tişt anî ziman: “Divê dewlet dengê me bibihîze. Divê statuyê bidin karkerên malê.”
 
Jinên karkerên malê li dijî şert û mercên xebatê yên bê ewle û bê qeyd, daxwazên  mafê qanûnî û ewlehiya civakî didomînin. Jinên di qadên paqijî, lênêrîna zarok, nexweş û kal û pîran de dixebitin, bi saetan bi heqdestê kêm dixebitin. Jinên karkerên malê bang li rayedaran dikin ku Tirkiye Peymana Karkerên Malê a Hejmara 189 a Rêxistina Xebatên Navneteweyî (ILO) îmze bike û pêk bîne. Karkera malê Sadegul Korkutan ku 26 sal in vî karî dixe di der barê mijarê de axivî.
 
‘Dema em mafên xwe dixwazin em pirsgirêkan dijîn’
 
Sadegul Korkutan got 26 sal in vî karî dike û bi tu awayî sîgorteya wê nehatiye razandin û got: “Ji ber vê jî ewlehiya me ya tendurisityê tuneye. Di 26 salan de ez ji fitiqê, menîskusê emeliyat bûm. Gelek nexweşiyên min hene. Ji ber vê dikaribûm malulen teqawît bibim. Lê tu kesî sîgorteya me ranezand. Dema em mafên xwe dixwazin em pirsgirêkan dijîn. Derfetên me tune ne. Sîgorte tuneye. Em rojane dixebitin. Bedena me psîkolojiya me xera dibe. Betlaneya me tune ye.”
 
‘Divê statu bê dayîn’
 
Sadegul Korkutan di berdewamiyê de wiha dirêjî dayê: “Di karê malê de em ji her tiştî berpirs in. Em heta kar neqedînin naçin. Navê karê me tuneye. Mînak bêjim em ji karê malê berpirs in, em dinêrin ku em xwarinê jî çêdikin. Ewlehiya me tuneye. Divê statuya me bê dayîn. Em bang li dewletê û karsazan dikin. Karê me zehmet e. Divê mafên me bên dayîn. Dewlet ILO’yê îmze bike wê daxwazên me bên cih.”