ROJEVA 6'Ê GULANA 2026'AN
- 09:00 6 Gulan 2026
- Rojev
*Li Ispanyayê rêveberiyên herêmî ne tenê cihên ku xizmetê didin, aktorên esas ên navenda hevsengiya siyasi û civakî ye.
*Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya, bal kişand ser neavêtina gavên qanûnî û tedbîrên demokratîkbûnê ya ji aliyê hikûmetê ve û got:" Pêvajo bi awayekî yekalî pêş dikeve." Adalet Kaya banga gavên berbiçav ji bo aştî û çareseriyê kir. DÎMEN HEYE
*Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Nîsanê herî kêm 25 jin û zarokek hatine qetilkirin, 14 jin û zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
ÇETELEYA TUNDIYÊ
*Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ji bo pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin veguhere aştiyê, divê polîtîkayên tecrîdê bidawî bin û ewlehiya destûra bingehîn pêk bê. Her wiha diyar kirin ku divê dewlet demildest gavê bavêje. DÎMEN HEYE
*Li navçeya Koşk a Aydinê li ser daxwaza Gel Komeleya Çand û Hunerê ya Azad hat vekirin. Seroka komeleyê Belkisa Suleymanoglu wiha got: “Li ser daxwazên jinan ewil wê atolyeyên şano, erbane û govendê bên destpêkirin. Em bi vê sînor namînin. Bi tevlibûna gelê me wê xebatên me bidomin.” BI DÎMEN







