ROJEVA 6'Ê GULANA 2026'AN 2026-05-06 09:00:00     *Li Ispanyayê rêveberiyên herêmî ne tenê cihên ku xizmetê didin, aktorên esas ên navenda hevsengiya siyasi û civakî ye.   *Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya, bal kişand ser neavêtina gavên qanûnî û tedbîrên demokratîkbûnê ya ji aliyê hikûmetê ve û got:" Pêvajo bi awayekî yekalî pêş dikeve." Adalet Kaya banga gavên berbiçav ji bo aştî û çareseriyê kir. DÎMEN HEYE    *Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Nîsanê herî kêm 25 jin û zarokek hatine qetilkirin, 14 jin û zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. ÇETELEYA TUNDIYÊ    *Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ji bo pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin veguhere aştiyê, divê polîtîkayên tecrîdê bidawî bin û ewlehiya destûra bingehîn pêk bê. Her wiha diyar kirin ku divê dewlet demildest gavê bavêje. DÎMEN HEYE    *Li navçeya Koşk a Aydinê li ser daxwaza Gel Komeleya Çand û Hunerê ya Azad hat vekirin. Seroka komeleyê Belkisa Suleymanoglu wiha got: “Li ser daxwazên jinan ewil wê atolyeyên şano, erbane û govendê bên destpêkirin. Em bi vê sînor namînin. Bi tevlibûna gelê me wê xebatên me bidomin.” BI DÎMEN