Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavê bavêje

  • 09:06 6 Gulan 2026
  • Rojane
Bûşra Turan
 
ÎDIR - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ji bo pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin veguhere aştiyê, divê polîtîkayên tecrîdê bidawî bin û ewlehiya destûra bingehîn pêk bê. Her wiha diyar kirin ku divê dewlet demildest gavê bavêje.
 
Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin salek û nîv li pey xwe hişt. Tevî vê hîna dewletê gavek şênber navêtiye. Tevî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) hîna mafê hêviyê nehatiye nasîn.
 
Dayikên Aştiyê Latîfe Tabat û Seyran Îrîk der barê pêvajoyê de û gavên ku divê bên avêtin de axivîn.
 
‘Bila dibistanên me hebin, zimanê me azad be’
 
Dayika Aştiyê Latîfe Tabar got ew aştiyê dixwazin û divê pêvajo ji aliyê her du aliyan ve pêş bikeve û wiha got: “Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin Abdullah Ocalan û girtî bên berdan. Em diwazin ji bo zimanê me statu bê dayîn û em bi awayekî azad biaxivin. Em Kurd Tirk xwişk û bira ne. Em bi hev re rûnin û biaxivin. Em şer naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Divê demildest dewlet gavê bavêje.”
 
‘Divê dewlet gavê bavêje’
 
Dayika Aştiyê Seyran Îrîk jî daxwazên aştî û demokrasiyê anî ziman û got: “Divê pêvajo bi gavên şênber pêş bikeve. Ez 72 salî me. Di mijara aştiyê de em azadiya serokatiya xwe dixwazin. Em azadiya Fîgen Yuksekdag dixwazin. Bila girtiyên me bên berdan. Aştî girîng e. Tiştekî xweş e. Bila tu kes nemire. Divê dewlet ji bo aştiya pêvajoyê gavan bavêje. Divê em hemû gel piştgiriyê bidin aştiyê.”
 
‘Bila serokê me azad be’
 
Seyran Îrîk banga aştiyê kir û daxuyakirin ku divê dayik helwestek hevpar nîşan bidin û wiha domand: “Divê hemû dayik bibin yek. Bila dayik negirîn. Bila zarokên me neyên qetilkirin. Bila newekheviyê nekin. Em vê dixwazin. Em mirovên vê axê ne. Bila serokê me azad be. Em hemû xwişk û bira ne. Divê dewlet gavê biavêje. Vê ji nedîtîve neyê.”