Li Mannheimê çalakiya çanda Kurd
- 10:54 3 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê çalakiyek hate lidarxistin û işaret bi girîngiya nasname, zimanê dayikê yê Kurdî û rêxistinbûnê hate kirin.
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Herêmê û meclîsa Jinê, roja Şemiyê çalakiyeke çandê hate lidarxistin.
Çalakiya ku gelek kes tevlî bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyan destpê kir.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê Zubeyde Zumrut li çalakiyê axivî û bal kişand ser zexta li ser ziman, nasname û têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd.
Her wiha girîngiya mafê zimanê dayikê bi bîr xist û got, Kurdên li dîasporayê ji bo parastina çanda xwe divê xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bikin.
Zubeyde Zumrut her wiha qala banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo kir û anî ziman ku pirsgirêka Kurd divê li ser zemîna hiqûqî û demokratîk bê çareserkirin. Ji bo vê jî bang li Kurdên li Ewropayê kir ku bi roleke çalak rabin.
Piştî axaftinan Perwîn Rojava û Azad Bedran derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.







