Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajaran hatin taloqkirin

  • 16:07 20 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya amadekar a Newrozê ragihand ku şahiyên Newrozê yên bajarê Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê taloq bûne û dê li van bajaran Newroz di 24’ê Adarê de bê pîrozkirin.
 
Komîteya amadekar a Newrozê ji bo şahiyên Newrozê yên li herêma Cizîrê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê hat xwendin. Endama komîteyê Şêrîn Dawûd daxuyanî xwend.
 
Komîteyê ragihand ku dê di 21’ê Adarê de li bajarên Dêrik, Amûdê û Girgê Legê yên herêma Cizîrê Newroz bê pîrozkirin.
 
Li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê pîrozbahî taloq bûn, dê li wan bajaran Newroz 24’ê Adarê saet di 11.00’an de li cihên hatibûn diyarkirin bê pîrozkirin.